​​​​​​​QSD: Têkoşîna me ya hevpar a li dijî DAIŞʹê wê berdewam bike

QSDʹê ragihand ku li dijî baregeha hevbeş a hêzên wan û hêzên Koalîsyona Navneteweyî êrişeke hewayî hate kirin. QSDʹê got, têkoşîna hevbeş a li dijî DAIŞʹê wê berdewam bike.

​​​​​​​QSD: Têkoşîna me ya hevpar a li dijî DAIŞʹê wê berdewam bike
24 adar, 2023   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku bi droneke kamîkaze êriş li dijî baregeha hevbeş a hêzên wan û hêzên Koalîsyona Navneteweyî hate kirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

ʹʹBi droneke kamîkaze êrişî baregeha hevbeş a hêzên me û hêzên Koalîsyona Navneteweyî hat kirin. Di encamê de karbesekî amerîkî jiyana xwe ji dest da û 5 leşkerên hêzên hevkar birîndar bûn.

Her wiha bajarokê Zîbanê yê gundewarê rojhilat ê Dêrazorê bi dehan topên moşekan hat hedefkirin. Jêdera topbaranê herêmên aliyê rojava yê çemê Firatê yê di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de ne. 2 top li mala sivîkekê ketin û di encamê de jinek û keça xwe birîndar bûn.

Em sersaxiyê ji malbata karbesê ku di êrişê de jiyana xwe ji dest daye û ji hevkarên xwe yên Koalîsyona Navneteweyî re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin. Di heman demê de em êrişên bêserûber ên bi zanebûn ên li dijî herêmên me, nemaze êrişên li ser herêmên ku sivîl lê dimînin, şermezar dikin. Em diyar dikin ku divê sivîl ji êrişan werin dûrxistin. Divê şerê li dijî DAIŞʹê neyê astengkirin.

Hêzên me şerekî mezin li dijî rêxistina terorîst a DAIŞʹê kir û li Baxozê serketina li dijî DAIŞ bi dest xist. Têkoşîna me ya hevpar a bi Koalîsyona Navneteweyî re ya li dijî rêxistina terorîst û fikirên wê yên tundraw wê berdewam bike. Çalakiyên ewlehî û leşkerî wê werin zêdekirin heta ku şaneyên rêxistin werin tunekirin û xetereya wan a li herêmê were qedandin. Bi vê yekê dê istiqrar, ewlehî û parastina niştecihan mîsoger werin mîsogerkirin."

(bb)