​​​​​​​2 Kesên pereyên sexte bi kar dianîn, hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 kesên ku pereyên zexte bi kar dianîn, girtin.

​​​​​​​2 Kesên pereyên sexte bi kar dianîn, hatin girtin
24 adar, 2023   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ên li dijî tawanan li Reqayê 2 kesên ku dolarên sexte bi kar dianîn, girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: ʹʹRoja Şemiyê 11ʹê Adarê, hêzên li dijî tawanan piştî komkirina belge û delîlan 2 kesên ku pereyên sexte bi kar dianîn, girtin. Di dema girtina her du kesan de 9 hezar 200 dolarên amerîkî  yên sexte yên di destên wan de, hatin desteserkirin.ʹʹ

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di lêpirsînê de her du kesan li xwe mikur hatin ku pereyên sexte bi kar dianîn û xwediyên dikanan diaxapandin.

Li gorî daxuyaniyê, her du kesên pereyên sexte bi kar dianîn sewqî Dozgeriya Giştî hatin kirin.

(bb)