Li Hesekê bi xebateke komînal 2 holên sersaxiyê hatin vekirin

Komînên Taxa Kelase ya Hesekê bi beşdariya 500 malbatan holeke sersaxiyê vekir ji bo ku barê madî li ser şêniyan sivik bikin.

Li Hesekê bi xebateke komînal 2 holên sersaxiyê hatin vekirin
19 adar, 2023   17:38
HESEKÊ

Ji bo sivikirina barên madî li ser şêniyan di dema sersaxiyan de, komînên Minewer Xelo, Elî Şêr, Şivan Hacan, Xwînda û Zana yên Taxa Kelase ya Hesekê di çarçoveya xebateke komînal de holeke sersaxiyê vekir.

Komînan du hol, yek bi rûbera 200 metredam ji bo mêran û yek din bi rûbera 160 metredam ji bo jinan ava kirin.

/ar/uploads/files/2023/03/19/170924_nwrh-albdwrh-28medium29.webp

Di merasîma vekirinê de endama Meclisa Navçeya Şemaliye ya Hesekê Nûra el Bedûra axivî û spasiya her kesî kir ku ev proje bi ser xist. Her wiha diyar kir ku ev proje hevkariya komînan û karê hevbeş nîşan dide.

Nûra hêvî kir ku ev tecrube li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bibe.

/ar/uploads/files/2023/03/19/170907_afyn-bashw-28medium29.webp

Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Evîn Başo jî got: “Pêşkêşkirina xebatan ji bo şêniyan cewhera komînê ye.”

Evîn spasiya her kesî kir û got: “Ev komîn, mînaka karê serkeftî û bi nirx e.”

/ar/uploads/files/2023/03/19/170944_img_8628-28medium29.webp

Merasîma vekirina holê bi dadana agirê Newrozê ji aliyê endamên her 5 komînan ve bi dawî bû.

(dm/şx)

ANHA