Agirê Newrozê kolanên Qamişlo geş kir

Şêniyên Qamişloyê bi cil û bergên Kurdî, bi dirûşmeya “Bi ruhê berxwedana Newrozê em dê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” bi agirê Newrozê kolanên Qamişlo geş kirin

Agirê Newrozê kolanên Qamişlo geş kir
Agirê Newrozê kolanên Qamişlo geş kir
Agirê Newrozê kolanên Qamişlo geş kir
Agirê Newrozê kolanên Qamişlo geş kir
Agirê Newrozê kolanên Qamişlo geş kir
19 adar, 2023   16:14
 QAMİŞLO

Pîrozbahiyên Cejna Newrozê li navçe û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.

Şêniyên taxên Qamişlo bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana Newrozê em dê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” bi agirê Newrozê kolanên Qamişlo geş kirin.

Li Taxa  Xerbî ya li ber Wezareta Parastinê û Parka Helebçe ya Taxa Hilko yên Qamişlo, girseya gel, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, DESTEYA JİN berê xwe dan qada ku agirê  Newrozê lê hatiye pêxistin.

Şêniyên taxê bi cil û bergên Kurdî hatin cihê şahiyê, dengê Rêber Apo ya li ser Newrozê guhdar kirin û bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.

Şêniyên li dora agir û stranên Newrozê govend gerandin.

(he/şx)

ANHA