​​​​​​​Parêzer Newroz Uysal: Pêwîste xwedîderketinek di asta Newrozên 2021-2022’yan de hebe  

Parêzera Rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal got; “Newrozên 2021 û 2022’yan rê vekir ku birêz Ocalan mafê telefonê bikar bîne. Em niha ber bi Newrozê ve diçin. Divê baş bê fêmkirin ku heya tecrîda li Îmraliyê bidome, wê aramiya civakê çênebe.”

​​​​​​​Parêzer Newroz Uysal: Pêwîste xwedîderketinek di asta Newrozên 2021-2022’yan de hebe  
19 adar, 2023   00:50
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ku ev 2 salin tu agahî jê nayên girtin, ji bilî çalayên gel, derdorên demokratîk, saziyên sivîl, rewşenbîr û hunermendan, hewldanên parêzeran ên hiqûqî jî bê bersiv dimînin.

 Derbarê rewşa li Îmraliyê û hewldanên hiqûqî yên di asta navxweyî û navnetewî de ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, Newroz Uysal agahî dan ANHA’yê.

12 SALAN 5 HEVDÎTIN

Newroz Uysal bibîr xist ku ji 25’ê Adara 2021’an ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin û got: “Herî dawiyê 25’ê Adara 2021’an bi riya telefonê agahî hatibû girtin. Niha em nêzî 25’ê Adara 2023’yan dibin. Beriya wê jî 8 salan rê nehat dayîn ku em wekî parêzeran biçin hevdîtinê.  Piştî 8 salan di Tebaxa 2019`an de me hevdîtin pêk anî. Di 12 salan de parêzeran tenê 5 caran hevîditin bi birêz Abdullah Ocalan re çêkirin. Herî dawiyê dema ku hat gotin li Îmraliyê agir derketiye, me di Adara 2020`an de hevdîtin pêk anî û ji wê demê heya îro rê nayê dayîn.”

Newroz Uysal destnîşan kir ku di aliyê hiquqî, siyasî û mirovî de bi awayekî zelal tê dîtin ku mînanek wekî tecrîta li ser Rêber Abdullah Ocalan nîn e û wiha dom kir: “Em nizanim rewşa wan çiye, pêdiviyên wan ên wekî cil û bergan jî digihîjinê yan na. Em her hefteyê li ser navê parêzer û malbatan serlêdanan dikin, lê bêbersiv tên hiştin. Dema em serî li dadgeh û dozgeriyê didin, em wê demê dibihîzin ku biryarên nû li ser parêzeran hatine girtin, cezayên disîplînê hatine dayîn.”

BIRYARA NY NEHAT BICÎHANÎN

Ji bo guhertina vê rewşê Newroz Uysal diyar kir ku di asta Tirkiye û navnetewî de serlêdanan dikin, lê encam nehatine girtin û ev agahî parve kirin: “Em serî li dozgerî, dadgeh, dadgeha bilind a mekazagonê ya Tirkiyeyê da, lê yan tên redkirin, an jî biryarên wekî ku rewş erênî ye digirin. Bi rêya hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê me encamek negirt, lewma me serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa (DMME) û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT), Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa, komîteyên cûda yên Konseya Ewropa û Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) da, rapor pêşkêş kirin.”

Parêzer Newroz Uysal, bibîr xist ku piştî serlêdana wan a di hezîrana 2022’yan de, Komîteya Mafê Mirovan a NY’ê di îlona heman salê de ji Tirkiyeyê xwestiye ku dawiyê li astengkirina pêwendiyên bi Îmraliyê re bîne. Uysal da zanîn ku komîteyê her hiwa heta dawiya Adara 2023’yan dem daye Tirkiyeyê, lê heta niha ev biryar nehatiye pêkanîn.

Newroz Uysal diyar kir ku ji bo pêkanîna biryara NY’ê wan li Tirkiyeyê serî li saziyên eleqedar daye, ew jî hatine redkirin.

CPT BERSIVA PARÊZER, MALBAT Û SAZIYAN NADE

CPT, 20-29 Îlona 2022`an serdana zindanên li Tirkiye û Îmraliyê kiribû, lê têkildarî encaman tu agahî parve nekirin, daxuyaniyek nedaye. Derbarê mijarê de parêzerên Rêber Abdullah Ocalan her sê mehan carekê ji CPT re raporan dişînin, roj bi roj hevdîtinan pêk tînin. Lê heya niha tu agahî bi wan re jî parve nekirine. Newroz Uysal, diyar kir ku CPT di heman demê de agahî nedaye malbata Rêber Abdullah Ocalan. Uysal anî ziman ku gelek sazî, dezgehan û înîsiyatîfên ji bo azadiya Rêber Apo dixebitin jî, serî li CPT dane, lê bi hem bi hinceta “prosedura (rê û rêbaz) me wiha ye” rapor eşkere nekiriye, hem jî agahiyek nedaye. Newroz Uysal, da zanîn ku piştî van geşedanan fikarên wan zêde bûne û got: “Piştre bi awayekî cuda pê hesiyan ku birêz Ocalan derneketiye hevdîtina komîteya CPT. Me têkildarî mijarê daxuyanî da raya giştî û agahî da CPT jî, lê rewş hîn nehatiye zelalkirin.”

Newroz Uysal, diyar kir ku ji bo pêkanîna“Mafê Hêviyê” jî wan serî li Komîteya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê û komîteyên mafên girtiyan, mafên mirovan dane, dîsa Baroya Amedê rapora çavderiyên xwe ji Komîteya Wezîran re pêşkêş kiriye, lê ji nedîtive hatine.

HEWLDANÊN DÎPLOMATÎK

Piştî ku ji serlêdanên hiqûqî tu encam nehatine bidestxistin parêzeran hewldanên dîplomatîk ên bi sazî, rêxistin, komele, komîte, înîsiyatîf û derdorên demokratîk re dane destpêkirin. Li ser mijarê Newroz Uysal ev agahî parve kirin: “Li Tirkiye û di asta navnetewî de me bi gelek derdoran re hevdîtin pêk anîn, rapor parve kirin. Di encama hewldanan de li Rojhilata Navîn, Tirkiye, Rojava û Başûrê Kurdistanê nêzî 2 hezar parêzeran ji bo hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re serî li dozgeriya Bûrsayê dan. Hiqûqnasan jî gelek caran daxuyanî dan û xwestin bi Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re hevdîtinê bikin, lê nehat qebûlkirin. Dîsa 32  hiqûqnas serê salê hatin Tirkiyeyê û xwestin herin Îmraliyê, lê ew jî bêbersiv man.”

‘ÇALAKÎ BANDOR DIKIN’

Newroz Uysal, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna dijî tecrîdê û got: “Kampanyayên ji bo azadiya fizikî ya Birêz Ocalan mezin dibin. Li Ewropa û Rojhilata Navînde di asta hiqûqnas, siyasetmedar, jinan înîsiyatîfên cûda hatin avakirin. Bi taybetî dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ belav dibe. Ev dirûşm ji aliyê birêz Ocalan ve hatiye gotin. Bi van çalakiyan rewşa birêz Ocalan di asta navnetewî de zêdetir tê zanîn. Xwedîderketin û bertekên di Newrozên 2021 û 2022’yan de rê vekir ku birêz Ocalan mafê telefonê bikar bîne. Em niha ber bi Newrozê ve diçin. Divê di hemû şîn, şahî û Newrozên me de baş bê fêmkirin ku heya tecrîda li Îmraliyê bidome, wê aramiya civakê çênebe û şer jî nasekine. Divê ev rastî baş bê fêmkirin.”