KNK'ê sersaxî da QSD'ê

KNK'ê ji ber şehadeta 9 şervanên QSD'ê sersaxî ji hêzên QSD, YPJ û Yekîneyên Antê-terorê re xwest û got: " Fedakariya wan şehîdan wê bibe ronahiya berdewamiya berxwedanê û parastina gelê me û axa wî ya pîroz.ʹʹ

KNK'ê sersaxî da QSD'ê
19 adar, 2023   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN 

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi peyamekê hevxemiya xwe ya ji ber şehadeta 9 şervanên QSD'ê, Yekîneyên Antitrorê û YPJ'ê parve kir.

Peyama KNK'ê wiha ye:

"Di çarçoveya têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ'ê de, yekîneyek ji yekîneyên Antî Terorê YAT ên girêdayî hêzên QSD'ê berê xwe dabûn Başûrê Kurdistanê, bi armanca bi hevguhertina tecrubeyên ewlekarî û leşkerî ji bo bilindkirina asta şer û ewlehiyê ya yekîneyan bi armanca berdewamkirina erkên xwe di şerê li dijî terorê û parastina xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Di dema şandina yekîneyê ji bo bajarê Silmaniyeyê de êvara 15'ê Adara 2023'yan du helîkopterên ku şervanên QSD'ê vediguhestin wê heremê ji ber rewşa nebaş a hewayê ket xwarê û neh şervanên QSD'ê bi fermandariya fermandarê Yekîneyên Antîteror Şervan Kobanê şehîd bûn.

Hêzên Antîteror di şerê li dijî terorê de gelek şervan û fermandarê xwe feda kirin û ji Kobanê heta Reqa û Dêrezorê şerê dijwar kir. Ev hêz bi şêwazên şer ên pêşketî hatine perwerdekirin û hevkarê sereke yê hevpeymaniya navdewletî ne. Bi fermadariya Şervan Kobanê û hevalên wî, di gelek şerê li dijî terorê encam dan‏ û serketinên li pey hev li bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistin. Li ser navê cîhanê şerê rêxistina terorîst a herî bi hêz kir ku gef li ewlehî û aramiya li seranserê herêmê û cîhanê dixwar.

Em weke Konseya Rêveber a KNK'ê sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin; Em teqez dikin ku fedakariya wan şehîdan wê bibe ronahiya berdewamiya berxwedanê û parastina gelê me û axa wî ya pîroz."

(bb)