​​​​​​​Panorama hefteyê: Esed ji bo hevdîtina bi Erdogan re şertê derketinê datîne

Esed ji bo hevdîtina bi Erdogan re şertê derketina dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyeyê daniye. Li gorî çavdêran ev tê wateya ku Enqere dev ji xewna xwe ya avakirineke herêmeke ʹʹewleʹʹ li ser sînorê bi Sûriyeyê re berde. Di heman demê de hîna rewşa Lîbyayê ya girêk xwe li ser kedên ber bi tedbîrên hilbijartinê beriya dawiya îsal ferz dike.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Esed ji bo hevdîtina bi Erdogan re şertê derketinê datîne
19 adar, 2023   04:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rojnameyên erebî yên hefteya borî de behsa şertê Esed a hevdîtina bi Erdogan re, rewşa Lîbyayê, tevgera Fransî-Siûdî ya bidawîkirina valahiya serokatiyê li Lubnanê kir.

ESED BERIYA ÇI HEVDÎTINA BI ERDOGAN RE ŞERTÊ VEKIŞÎNA HÊZÊN TIKRIYEYÊ JI SÛRIYEYÊ DATÎNE′

Rojnameya El Ereb li ser rewşa Sûriyeyê wiha nivîsand: "Serokê Sûriyeyê Beşar Esed duh xwestên berê yên serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku banga lidarxistina hevdîtinekê kir, erê kirin. Lê belê ji bo hevdîtinê, şert danîn ku ′dewleta Tirk a dagirker′ ji Sûriyeyê vekişe. Ew yek jî gaveke ku dê Erdogan ku dixwaze têkiliyan bi Şamê re deyne û bi milyonan penaberên Sûriyeyî vegerîne welat û barê hikumeta xwe sivik bike, têk bibe.

Esed têkildarî bangên hevdîtinê bi Erdogan re sarbûyînek nîşan da. Lê bi têkiliyên bi Rûsyayê, hêz û baregehên wê yên li Sûriyeyê re bi demeke dirêj, kêfxweşî nîşan da. Ev yek nîşaneya rola mezin e ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn lîstiye da ku serokê Sûriyeyê li ser desthilatê bimîne.

Esed got dema Erdogan amade be artêşa xwe bi tevahî ji bakurê Sûriyeyê vekişîne û rewşa beriya şerê Sûriyeyê vegere, dê pê re bicive. Her wiha dev ji avakirina herêma ewle li ser sînorê bi Şamê re û desteka opozîsyon û komên çekdar berde."

′ÎNSIYATÎFÊN LI LÎBYAYÊ GAVÊN BER BI ÇARESERÎ YAN JÎ RAGEŞIYÊ VE NE?′

Rojnameya El Beyan têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsand: “Nûnertiya navneteweyî di vê dawiyê de însiyatîfeke nû ya çareserkirina krîza Lîbyayê ragihand û banga lihevkirinê li ser bingeheke destûrî ya pêkanîna tedbîrên lidarxistina hilbijartinan beriya dawiya Hezîrana bê, kir. Li ser wê însiyatîfê gelek gumanên di aktîfbûna wê de li gel rewşa heyî ya zêdetirî 12 salan çêbûn. Şêwirmendê ragihandinê yê serokatiya Meclisa Nûneran a Lîbyayê da zanîn daxuyaniyên Batilî çewt in, ji ber ku Meclisa Nûneran qanûnên hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê danîne û li ser guhartina destûra 13′yemîn erê kir û biryar da ku gelê Lîbyayê serokê xwe bi xwe hildibijêre.

Naveroka însiyatîfê ku nûnerê navneteweyî yê taybet ê Lîbyayê Ebdullah Batilî ragihandiye, ew e ku xebat li ser firehkirina bingeha hevbeş û şêwirên herêmî were kirin da ku xwe bigihînin bingeheke destûrî ya birêxistinkirî ji hilbijartinan re û mijar ne tenê di destê du aliyan (Meclisa Dewletê û Meclisa Nûneran) de be. Nûnerê navneteweyî her du meclis li hember gelê Lîbyayê berpirsyar girtin."

‘VALAHIYA SEROKATIYÊ YA LUBNANÊ DI ROJEVA CIVÎNA SIÛDÎ-FRANSAYÊ DE BÛ’

Der barê valahiya serokatiyê ya Lubnanê de rojnameya Şerq El Ewsat jî wiha nivisî: “Lubnan duh rojeva dan û standinên di navbera Fransa û Erebistana Siûdî de bû. Şêwirmendê Dîwana Qraliyetê ya Erebistana Siûdî Nîzar El Elûla serdana Parîsê kir û bi hempîşeyê xwe yê fransî şêwirmendê serok Emmanuel Macron ê kar û barên Rojhilata Navîn Patick Doyle re civiya.

Civîn li Qesra Elysee li dar ket. El Elûla çavdêriya lihevkirina Erebistana Siûdî-Îranê dike ku bi navbeynkariya Çînê pêk hat û yek ji bendên wê, vegerandina têkiliyên dîplomatîk di navbera her du welatan de ye. Lê dosyaya valahiya serokatiyê beşeke wê hevdîtinê bû.

Li gorî çavdêran, piştî pêşketina dawîn a di navbera Riyad û Tehranê de civîn duh li dar ket. Her wiha diyar kirin ku ev civîn bandorê li dosyaya serokatiyê dike ku ji dawiya Cotmeha borî ve li Lubnanê didome.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku Paris bi fikar e ev valahî mezintir bibe û bandor li aliyên civakî û ewlehiyê jî bike. Xema wê ya sereke dagirtina vê valahiyê ye û hebûna serokekî hewcedariyeke pêwîst e ji bo ku hilweşandina tam pêk neyê. Li gel ku îhtîmal heye valahî heta çend mehan dewam bike, Fransa hewl dide serokekî bibîne ku hemû alî qebûl bikin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Fransa pakêteke temamkirî pêşniyar dike ku serokkomar û serokê hikumetê diyar bike, bernameyeke guhertinê pêk were ku dikare rê li pêşiya hilweşandinê bigire, jiyana aborî vegerîne. Di vê çarçoveyê de, li gorî Parîsê divê namzetiya wezîr û parlamenterê berê Silêman Firenciye bê qebûlkirin. Li beramber wê, Newaf Selam bibe serokwezîr ji ber ku reformxwaz e û bi dewletên Ereban û hêzên navneteweyî re xwedî têkiliyên baş e.”