ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-03-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-03-2023
18 adar, 2023   23:00

-Şêniyên bajarê Qamişloyê Cejna Newrozê li parka Helebceyê pîroz dikin, saet 16:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya Newrozê, Komîteya Ciwanan a navçeya Til Hemîsê bi hevkariya Şaredariya Gel a navçeyê kolan dixemilînin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Perwerde û Fêrkirinê bi Hevkariya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya gundewarê rojhilat ê Dêrazorê turnuveyeke futbolê ya şagirtên dibistanên seretayî organize dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi boneya Newrozê şahiyekê li bajarê Werzîşê li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzera Rêber Abdullah Ocalan Newroz Uysal got; “Newrozên 2021 û 2022’yan rê vekir ku birêz Ocalan mafê telefonê bikar bîne. Em niha ber bi Newrozê ve diçin. Divê baş bê fêmkirin ku heya tecrîda li Îmraliyê bidome, wê aramiya civakê çênebe.” (BI WÊNE).

- Endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê-Meclisa Idlibê Ebdulqadir El Hisên diyar kir ku armanca nêzîkbûna di navbera Şam û Enqereyê de tunekirina hêviyên sûriyeyiyan ên avakirina Sûriyeyeke demokratîk û pirreng e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Ji 18`ê Adara 2018`an ve dagirkeran li Efrînê 430 jin qetil kirine, 95 jin jî revandin. Bi sedan jinên di girtîgehan de jî rastî her cure sûcên dermirovî tên. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, dewleta Tirk a dagirker hewl dide civaka Êzidî qir bike, çand û baweriya wan ji holê rake. (BI WÊNE).

- Ji ber aloziyên li dû hev, bi taybet ji ber krîzên aborî, êşa sûriyeyiyên li herêmên hikumeta Şamê girantir dibe. Çavdêr dibêjin sedema wan aloziyan, siyaseta paşguhkirin û navendîbûnê ya hikumeta Şamê ye. (BI WÊNE).

CÎHAN

- Esed ji bo hevdîtina bi Erdogan re şertê derketina dewleta Tirk a dagirker ji xaka Sûriyeyê daniye. Li gorî çavdêran ev tê wateya ku Enqere dev ji xewna xwe ya avakirineke herêmeke ʹʹewleʹʹ li ser sînorê bi Sûriyeyê re berde. Di heman demê de hîna rewşa Lîbyayê ya girêk xwe li ser kedên ber bi tedbîrên hilbijartinê beriya dawiya îsal ferz dike. (BI WÊNE).

ANHA