Rêveberiya Şengalê: Şehîdbûna endamên YATʹê windahiyek mezin e

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo şehadeta 9 şervanên QSD’ê peyamek sersaxiyê weşand û hate gotin; “Şehîdbûna şervan û fermandarê Yekîneyên Antîterorê di vê dema ku planên dagirkeran li ser gelê me û heremê heye, windahiye mezin bû.”

Rêveberiya Şengalê: Şehîdbûna endamên YATʹê windahiyek mezin e
19 adar, 2023   07:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji bo 9 şervanên QSD’ê yên ku di qezaya helîkopterê de li Başûrê Kurdistanê şehîd bûne peyamek sersaxiyê weşand.

Peyam wiha ye:

“Bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê em di serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdan, QSD’ê û tevahiya gelê xwe ê Rojavayê Kurdistanê re dixwazin.

Di vê demê de bûyerek bi vî awayî, ji bo tevahiya gelên azadîxwaz û ji bo me gelê Şengalê jî bûyerek bi êşe. Wek tê zanîn ji dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an heya roja me ya îro, ê ku li kêleka me sekinî û ji gelê me re canê xwe dikirin feda, gelê Rojava, saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bûn.

Bi têkoşîna hevpar me bi saziyên Rojava re, her wiha bi hêzên wê yên parastinê re karî ezmûna li Rojava heya astekê li Şengalê bidin avakirin. Her wiha jin û zarokên me ên di encama xiyaneta 3’yê Tebaxê de ketin destê DAIŞ’ê û di bazaran de hatin firotin, bi vê têkoşîna hevpar ya bi hêzên parastinê ên Rojava re, yek bi yek tên rizgarkirin. Tevî ku li ser erdê herêmên dibin dagirkeriya DAIŞ’ê de nemane, lê têkoşîna QSD’ê a ji bo rizgarkirina jin û zarokên gelê me, heya niha jî dewam dike.

Şehîdbûna şervan û fermandarê Yekîneyên Antîterorê di vê dema ku planên dagirkeran li ser gelê me û heremê heye, windahiyek mezin bû.

Em êşa gelê xwe yê Rojava parve dikin, li kuderê gelên li azadiya xwe digerin têkoşîn bikin, wê bedel jî hebin. Li ser vî bingehî em sersaxî ji tevahiya gelê Kurd, malbatên şehîdan re dixwazin, em ê bi têkoşîna hevpar bigihin xewn û xeyalên şehîdan.”

(bb)