Ji ber armancên siyasî DAIŞʹî nayên darizandin

Darizandina hın malbatên DAIŞʹî li Ewropayê bû cihê pirsê. Tê gotin ku ceza ne adilane ne û ne li gorî sûcên çeteyên DAIŞʹê ye. Têkildarî şervanên enternasyonalîst ên li kêleka QSDʹê li dijî DAIŞʹê şer kirine, guman li ser edaleta dadgehên Ewropayê derketin.

Ji ber armancên siyasî DAIŞʹî nayên darizandin
18 adar, 2023   06:32
NAVENDA NÛÇEYAN - CUMA MIHEMED

Di destpêka Adarê ve dadgeha cezayan a taybet a Fransayê cezayê 10 sal girtîgeh da jineke DAIŞʹî. Ev jin 5 salan di nava DAIŞʹê de mabû û di sala 2018ʹan de hatibû girtin.

Dadgeha Danîmarkayê di destpêka Adarê de, cezayê 4 sal girtîgeh li jina bi navê Elmina Alic birî. Elmina Alic bi hevjînê xwe yê DAIŞʹî re hatibû Sûriyeyê û di dema dagirkeriya DAIŞʹê de li Reqayê dima.

Di sala 2021ʹê de, desthilata Danîmarkayê 3 jin û 14 zarokên DAIŞʹî ji QSDʹê wergirtin. Beriya salekê cezayê 3 sal girtîgeh dabû jinekê.

Beriya niha jî dadgehên gelek dewletan DAIŞʹî ceza kiribûn. Lê parêzerên ku darizandina wan dişopînin, dibêjin ceza ne adilane ne.

MIJARÊ POLÎTÎZE DIKIN

Parêzer Mistefa Şêx Muslim yek ji şopdarên darizandina DAIŞʹiyan e. Muslim got: "Heta niha me darizandineke adilane ji bo endamên rêxistina DAIŞʹê nedîtiye. DAIŞʹê keda tevahî cîhanê xerç kir. Heta roja îro DAIŞ bi temamî neqediyaye. Lê xebatên tunekirinia wan bi tevkariya Koalîsyona Navneteweyî ya bi hêzên ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê dewam dikin.”

Parêzer Şêx Muslim anî ziman ku cezayên ne layîqî sûcên ku kirine li DAIŞʹiyan tê birin û wiha pê de çû: "Li her welatekî cezayên ne li gorî asta tê xwestin li wan DAIŞʹiyan tên birîn. Ji aliyê qanûnî zêdetir aliyekî siyasî didin mijara darizandina DAIŞʹiyan. Ev ceaze li gorî sûcên hovane û komkujiyên nayên jimartin yên li Kobanê an Şengalê nîn in. Ji ber vê yekê QSD dixwaze dadgehên navneteweyî li Sûriyeyê werin avakirin.”

‘AVAKIRINA DADGEHEKE NAVNETEWEYÎ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ QANÛNÎ YE’

Mistefa Şêx Muslim diyar kir ku avakirina dadgehên navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qanûnî ye û got, divê DAIŞʹî li van dadgehan li gorî qanûnên navneteweyî yên dûrî cudabûna nasnameyan li tevahî welatan yek in, werin cezakirin. Şêx Muslim her wiha got: "Eger her dewlatekê welatiyên xwe yên DAIŞʹî darizîne normal e ku cudahiyên mezin di navbera cezayan û salên wan de hebin. Dibe ku girêdana bi DAIŞʹê re di destûra Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de wek laîk û medenî were cezakirin, lê di heman demê de di destûra welatekî wek Pakistanê yan welatekî din ê xwedî karaktereke olî de bi temamî nayê cezakirin. Ji ber vê yekê pêwîst e dadgeheke yekbûyî were dîtin da ku tevahî endamên rêxistina DAIŞʹê li gorî qanûneke yekbûyî werin cezakirin."

Eger mirov mijara darizandina çeteyên DAIŞʹê û şervanên enternasyonalîst ên ku di nava YPG û YPJ û QSDʹê de li dijî DAIŞʹê şer kirine, bîne ber hev dê xeleke kêm an jî nakokiyekê bibîne.

Mînak; li Almanyayê desthilatê dan pey welatiyên ku ji pêngavên têkoşîna dijî DAIŞʹê ji Sûriyeyê vegeriyan. Li hemberî vê yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûn hatin nîşandin.

Li ser vê mijarê Şêx Muslim got: “Ev xal jî aliyên wê yên siyasî ji yên qanûnî bêtir in. Ji ber ku ew ciwan li ser banga YPGʹê ya ji bo gelek şeran, bi taybet li Kobanê ji deverên cuda yên cîhanê hatine. Ew ciwan ji bingehekî mirovî an ku parastinê herêmê hatine, ne ji bo qezenckirina pereyan an jî mefaetên şêxsî hatine, lê dema vedigerin welatê xwe rû birûyî dadgehan tê ku qet nakeve bala mirov. Ji xwe ew welatî li ser bingehê qanûnên ku welatên ku di esas de di nav koalîsyona navneteweyî de cih digirin û mil bi mil bi li kêleka hêzên aktîf ên li ser erdê kar dikin, tên. Yanî xelekeke kêm di vir de heye. Ew jî nêrîna siyasî ku welatiyên xwe bi şeklekî bê kêr dadgeh dikin da ku alîgirên DAIŞʹê di serî de dewleta Tirk razî bikin. Dewleta Tirk gelek caran daxuyand ku ew dijî hemû kesên ku di bin navê mirovî an jî leşkerî destekê didin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Li ser vî bingehî em dikarin bêjin ku piraniya van darizandia siyasî ne, ne qanûnî, ji ber ku bi welatên ku tev li Koalîsyona Navneteweyî bûne û li kêleka hêzên aktîf ên li ser erdê kar dikin bi nakok e. "

‘FAÎLÊN KOMKUJIYÊN LI DIJÎ KURDAN BI ADILANE NAYÊN DARIZANDIN’

Dema ku em her du mijarên li jor û doza qetilkirina çalakvan û siyasetmendarên Kurd li Parîsê bînin beramberî hev, dîsa jî em ê nakokiyeke mezin di pêkanîna edaletê de bibînin ku bi piranî ji bo Kurdan nayê pêkanîn.

Di sala 2013ʹyan de her sê jinên Kurd ên çalakvan Sakîne Cansîz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi komkujiyekê hatin qetilkirin. Lê tedbîrên dozgeriya Fransayê yên lêpirsînê ne li gorî asta dihat xwest bû û kujer nehatin eşkerekirin. Lê MÎTʹê tê tawanbarkirin ku li pey vê komkujiyê ye.

Ji ber vê helwesta hikumeta Fransayê komkujiyên li dijî Kurdan dûbare bûn. Di Kanûna 2022ʹya de êriş li dijî Navenda Çanda Kurdan a li Parîsê pêk hat û di encamê de 3 kes şehîd bûn. Hikumeta Fransayê ev bûyer wekî êrişeke terorî, ne nîjadpersetî bi nav kir û agahiyên zêdetir parve nekir. Dîsa jî MÎT bi vê komkujiyê hat tawanbarkirin.

Desthilata Fransayê biryara da ku binçavkirina êrişkar rake û wekî veguhest nexweşxaneya nexweşên dirûnî.

Parêzer Mistefa Şêx Muslim der barê her du komkujiyên li Parîsê de got: "Bi hincetên ne di cih de sûc veşartin û karektereke qanûnî dan komkujiyan. Mixabin, eger em bixwazin her pirsgirêkekê ji aliyê qanûnî ve binirxînin, em dikarin rêgezeke qanûnî jê re bisepînin, ji ber ku hiqûqa navneteweyî berfireh e û gelek têgehên nenas bi xwe re hildigire da ku ger were xwestin bikarin wê li ser her rewşekê bi cih bînin."

Dozgeriya Fransayê wek saziya dozgeriyê ya herî adilane ya cîhanê tê naskirin. Lê heta astekê der barê her du komkujiyan de guman li ser vê nêrînê hene. Me encamên ku balê bikişîne ser êrişkaran û armancên wan ji van komkujiyan, nedîtin. Ev nîşan dide ku dozgeriya Fransayê di dozên girêdayî gelan de yekalî ye. Lê ev dozên siyasî ne, girêdayî gelekî bindest e û saziyên îstîxbaratî ye ku bi hemû hêza xwe dixwazin gel tesfiye bikin.

Şêx Muslim anî ziman ku divê êrişkar werin eşkerekirin da ku gelê tê hedefkirin hay ji komplo û êrişên li ser xwe hebe û got: "Komkujî ya duyemîn e, lê sûcdar yek in û qurbanî jî heman in."

Parêzer Mistefa Şêx Muslim diyar kir ku divê hêzeke zextê ya taybet a Kurdan were avakirin da ku aliyên biryardayînê û saziyên ewlehiyê yên li welatên ku Kurd lê hene, bikin muxatab û got: "Herî kêm bi vî rengî em dikarin mîsoger bikin ku sûcên li dijî Kurdan têne kirin, mîna komkujiyên Parîsê, wisa ji rêzê derbas nebin."

ANHA