ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-03-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-03-2023
17 adar, 2023   23:00

-Bi boneya salvegera 5ʹemîn a dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê, şêniyên Hesekê çalakiyeke protestoyî li Qada Şehîdên Suryan a li taxa Nasirayê li dar dixin, saet 10:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Navçeya Holê bi boneya salavgera 5ʹemîn a dagirkirina Efrînê daxuyaiyekê dide, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyekê li navenda xwe ya li navçeya Amûdê dide, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Navçeya Dêrikê bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyekê li ber avahiya Kongra Star dide, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyekê dide, saet 11:00ʹan. Meclisa Navçeya Amûdê jî bi heman boneyê daxuyaniyekê li Qada Şehîd Cîhad dide. Meclisa Gel a Qamişloyê jî daxuyaniyekê li Çerxerêya Nebî Hûrî dide, saet 11:00ʹan. Meclisên navçeyên Çilaxa û Tirbespiyê jî daxuyanî didin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi boneya Newrozê meşekê li Tirbespiyê li dar dixe, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê merasîmê bîranîna 5 şervanên Antîterorê yên ku di qezaya helîkoterê de şehîd bûne, li Qada Garacê li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-“Dijmin ancax pêl li cesedê me bike, dikare derbasî Efrînê bibe, heta ez sax im dijmin ê nekeve Efrînê”. Di salvegera 5’an a şehadeta Karker Êrîş de ev gotinên wî bûne soza rêhevalên wî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Darizandina hejmareke malbatên DAIŞʹî li Ewropayê bû cihê pirsê . Tê gotin ku ceza ne adilane ye û ne li gorî asta sûcên ku DAIŞʹiyan kirine ye. Der barê şervanên enternasyonalîst ên ku kêleka QSDʹê li dijî DAIŞʹê şer kirine de guman li ser edaleta dadgehên Ewropayê derketin. Têkiliyên komkujiyên Parîsê de jî edalet pêk nehat. (BI WÊNE).

- Lêkolînerê siyasî Wail Îshaq got Rûsya ji bo temamkirina nêzîkbûna di navbera Şam û Enqereyê de navbeynkariyê dike û dewleta Tirk ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser û da ku Kurd tu mafên xwe yên rewa bi dest nexin, amade ye hemû tawîzan bide. (BI WÊNE).

RAPOR

- Li dijî Efrînê êrişên herî dijwar hatin pêkanîn, şêniyên wê bi darê zorê hatin koçberkirin, hemû taybetmendiyên dîrokî, çandî, zimanî û civakî yên Efrînê hatin guhertin û kesên biyanî lê hatin bicihkirin. (BI WÊNE).

- Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartinên serokomariyê û parlamentoyê îro destpê kir. Piştî 20 salên desthilatdariya AKP’ê ku her tişt bi yek kesî ve hatiye girêdan, hemû azadî û maf hatine qedexekirin, ev hilbijartin wekî “referandumek dîrokî ji bo demokrasiyê yan jî domandina dîktatoriyê” tê nirxandin.  (BI WÊNE).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Bêguman rewşa aborî ya niha ya li Lubnanê pir xerab e û rê li ber gelek welatiyan vedike ku ji Lubnanê derkevin, lê gelek welatiyên din jî biryara berxwedanê û redkirina penaberiyê da, bi hêvî ne ku bikarin bi vê yekê welakê xwe vegerin wekî berê û pêşerojeke xweş ji xwe re mîsoger bikin. (BI WÊNE).

ANHA