​​​​​​​TEV-DEM`ê sersaxî da malbatên 9 şervanên QSD`ê

Tevgera Civaka Demokratîk ji bo malbatên 9 şervanên QSD`ê yên li Başûrê Kurdistanê di qezaya helîkopteran de şehîd bibûn, sersaxî xwest.

​​​​​​​TEV-DEM`ê sersaxî da malbatên 9 şervanên QSD`ê
18 adar, 2023   06:43
NAVENDA NÛÇEYAN

 Têkildarî mijarê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) peyama sersaxiyê weşand.

Di peyamê de hat got: “Em sersaxî didin gelê xwe û malbatên şervanên YAT`ê yên ku di qezeya ketina 2 helîkopteran li Başûrê Kurdistanê de şehîd bûne. Ev şervan di salên şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li hember terorê xwe kirin bendeke asê.

Em destnîşan dikin ku heta pêkanîna serkeftinê em ê şopdarên rêya şehîdan û nirxên wan ên exlaqî bin.

Em bang li aliyên têkildar ên Başûrê Kurdistanê dikin ku cenazeyên 9 şehîdan li gorî usulan radestî malbatên wan bikin.”

(şx/cx)