​​​​​​​Şehîdên Efrînê bi findan hatin bîranîn

Di salvegera 5’emîn a dagirkirina Efrînê de, şehîdên “Berxwedana Serdemê” bi pêxistina findan hatin bîranîn.

​​​​​​​Şehîdên Efrînê bi findan hatin bîranîn
17 adar, 2023   16:16
QAMIŞLO

Bernameya bîranînê ji aliyê welatiyên Efrînê yên koçî Qamişlo kirine ve, li Çerxerêya Nebî Hûrî hat lidarxistin. Welatiyan 58 findên ku rojên Berxwedana Serdemê temsil dikin pê xistin û şehîd bibîr anîn. Welatiyan her wiha stranên berxwedana Efrînê vedibêjin gotin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 20’ê Çileya 2018’an dijî Efrînê êrîş dabûn destpêkirin û 18’ê Adara heman salê bi dagirkirina gundewar û navenda Efrînê domandibûn.

Bi minasebeta salvegera dagirkirinê, wê sibe jî Komeleya Civakî ya Efrînê daxuyaniyeke çapemeniyê bide.

(he)

ANHA