​​​​​​​′Tirkiye ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser amade ye hemû tawîzan bide′

Lêkolînerê siyasî Wail Îshaq got Rûsya ji bo temamkirina nêzîkbûna di navbera Şam û Enqereyê de navbeynkariyê dike û dewleta Tirk ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser û da ku Kurd tu mafên xwe yên rewa bi dest nexin, amade ye hemû tawîzan bide.

​​​​​​​′Tirkiye ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser amade ye hemû tawîzan bide′
18 adar, 2023   06:16
NAVENDA NÛÇEYAN - GÎVARA ŞÊX NÛR

Civîna çaralî hate paşxistin. Dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê ragihandibû ku dê civîna çaralî ku tê de cîgirên wezîrên karên derve yên Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê hene, di 15-16′ê Adarê de li Moskovê bê lidarxistin û ev civîn bibe amadekariya lidarxistina civîna wezîrên karên derve yên wan dewletan.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di civîneke çapemeniyê ya 8′ê Adarê de gotibû: "Civîna wezîrên parastinê û serokên îstîxbaratê yên Tirk, Sûriye û Rûsyayê di demeke berê de hatibû lidarxistin û piştre bi rêya serdana wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullehyan ji Tirkiyeyê re, bi Îranê re hate lihevkirin ku Îran beşdarî civînên Astanayê bibe."

Ruxmî daxuyaniyên Çavuşoglu, cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Michael Bogdanov ragihand ku welatî wî tu bersivek ji Sûriyeyê û Îranê têkildarî civîna çaralî wernegirtiye.

Çavkaniyan ji rojnameya El Weten a nêzî hikumeta Şamê re got rewşa Sûriyeyê hîna wekî xwe ye, da ku garantiyan ji aliyê dewleta Tirk wergire ku beriya hevdîtineke siyasî ya her du aliyan ji xaka Sûriyeyê vekişe. Her wiha di daxuyaniya serokatiya Sûriyeyê de ya piştî pêşwazîkirina wezîrê karên derve yê Îranê ji aliyê Beşar Esed ve, hate gotin Esed got amadekariyeke baş ji bo civîna têkildarî avakirina diyalogeke di navbera Şam û Enqereyê de heye.

′PIŞTÎ BINKEFTINÊ TAKTÎKEKE NÛ YA TIRKIYEYÊ′Li gorî daxuyaniyên Rûsyayê, her wiha yên dewleta Tirk jî, her du alî bi israr in ku lihevkirinekê di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de pêk bînin.

Têkildarî mijarê lêkolînerê siyasî Wail Îshaq ji ajansa me re got: "Piştî dewleta Tirk di gihandina Îxwan El Muslimîn de ji bo desthilata li Sûriyeyê, êdî dewleta Tirk amade ye ku hemû tawîzan û bi çi berdêlî dibe bila bibe, bide da ku projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe û li pêş sîstemeke federal a siberojê li Sûriyeyê, bisekine. Anku çi bidestxistina mafan ji hêla Kurdan ve û avakirina sîstemeke federal li Sûriyeyê dê bigihîne Tirkiyeyê. Ji ber ku Enqere ji vê yekê metirsîdar e."

Îshaq wiha domand: "Esed van metirsiyên dewleta Tirk dizane û dixwaze bi rêya vê têkiliya normalîzekirinê destkeftiyên zêde bi dest bixe. Wê yekê bi rêya bilindkirina asta xwestekên xwe beriya erêkirina li ser vê nêzîkbûnê dike.

Îshaq li ser vê nêzîkbûnê wiha pê de çû: "Dê ev yek li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di aliyên siyasî û leşkerî de xetereyeke rasteqîn çêke."

Têkildarî helwesta Amerîkayê ji vê nêzîkbûnê re, Îshaq ev tişt got: "Washington bi awayekî eşkere şêweyên normalîzekirina bi rejîma Esed re red dike û nîşan dide ku ew ê cezayan ferz bike."

Îshaq diyar kir ku dê Rûsya di vê lihevkirinê de bi ser bikeve, ji ber ku ew xwesteka hevpar û berjewendiya Sûriye-Tirkiyeyê ye û dê Rûsya bi wê re rewabûnê bide Esed.

Li ser xwesteka Îranê ya tevlêbûna li dan û standinan jî Îshaq ev tişt anî ziman: "Îran dixwaze Şam di biryara xwe de yekalî be û biryara xwe ya siyasî kontrol bike. Ji lew re di vê nêzîkbûnê de ne bi coş e. Lê bê guman wê li ser vê nêzîkbûnê di dawiyê de erê bike. Ji ber lihevkirin ji tecrîdkirina rejîma Sûriyeyê, windakirina rewabûna xwe ya navneteweyî û dewama cezayên li dijî wê ku bandorê li berjewendiyên Îranê de, baştir e."

Îshaq li ser armanca Rûsyayê ya ji vê lihevkirinê got: "Ew yek ji bo vegerandina rewabûna erebî û navneteweyî ji rejîma Esed re ye û armanca Rûsyayê eşkere û stratejîk e. Ev serdana eşkere ya Esed ji Moskovê re di çarçoveya hewlên Moskovê de yên rewakirina vê rejîmê û vegera li Komkara Erebî ye."

Têkildarî dema wê ya di salvegera destpêkirina xwepêşandanan de jî Îshaq got: "Ew yek peyamek ji gelê Sûriyeyê û opozîsyonê re ye ku ev xwepêşandan bi bin ket, Esed bi ser ket û tiştên Ii meydanê qebûl bikin."

Wail Îshaq li ser derfeta serkeftina vê lihevkirinê di vegerandina rewabûna hikumeta Şamê de û ji nû ve li civaka navneteweyî vegere, wiha got: "Bê guman dê ji ber biryara Amerîkayê û redkirina vê projeyê, bi bin bikeve."

(fr)

ANHA