Rêveberiya Xweser: Meşaleya Newrozê dê her tim rêça gelê me ronî bike

Rêveberiya Xweser bi boneya Newrozê got “Meşaleya Newrozê dê her tim rêça gelê me be û em ê bi rihê Newrozê civaka xwe rizgar bikin.”

Rêveberiya Xweser: Meşaleya Newrozê dê her tim rêça gelê me ronî bike
Rêveberiya Xweser: Meşaleya Newrozê dê her tim rêça gelê me ronî bike
Rêveberiya Xweser: Meşaleya Newrozê dê her tim rêça gelê me ronî bike
Rêveberiya Xweser: Meşaleya Newrozê dê her tim rêça gelê me ronî bike
17 adar, 2023   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Newrozê, nûnerên desteyên Rêveberiya Xweser, saziyên leşkerî, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Malbatên Şehîdan, şêx û rûspiyên eşîran û Meclisa Sivîl a Reqayê li ber avahiya Rêveberiya Xweser a li bajarê Reqayê kom bûn.  Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebid Hamid El Mihbaş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de Newroz hate pîrozkirin û wiha hate gotin:

"Cejna Newrozê serkeftineke dîrokî ya ber bi rizgarkirina mirovan ji zilm, koletî û pêkanîna azadiyê û vejîna nû ya xwezayê ye ku ruhê rizgarî û hevgirtina pêkhateyan vedihewîne, li ser azadiyê îsrar dike, li hember zilm û zordariyê disekine. Her wiha li dijî tundî û qirkrinê radibe.

Pîrozkirina gelê me yê Kurd û gelên herêmê ji vê boneyê re û parastina mîrasa xwe ya dîrokî û pêkanîna wê di projeya Rêveberiya Xweser de bi rêya hevgirtinê û dayîna şehîdan israra li ser azadî û rizgariya ji zilmê ye.

Ev proje, projeya Rêveberiya Xweser ku tê de hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar in, nûnertiya meşaleya rihê Newroz, wate û mîrasa wê ya gewre û mezin dike.

Bi hatina Newrozê re, em vê boneyê li gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû gelên cîhanê pîroz dikin û bi hêvî ne ku xêr dewam bike. Em piştrast dikin ku em ê li ser têkoşîna di oxira rizgarî, demokrasî û parastina yekitiya gelên me û yekitiya wan li hember projeyên tesfiyekirin û înkarkirinê de dewam bikin.

Her wiha em soza xwe ya şopandina rêça şehîdan heta serkeftinê û pêkanîna armancên gelê me yên ber bi avakirina civakeke demokratîk a azad a xwedî vîn û biryar, nû dikin.

Bi vê boneyê em bang li tevahî hêzên nîştimanî yên Sûriyeyî û hêzên navneteweyî dikin ku kedên cidî ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê li ser bingeha demokrasiya pirreng bidin û tawîzê li hember her tişt li pêş lihevkirina ji bo berjewendiya Sûriyeyê û gelê wê dibe asteng, bidin.

Em amade ne rola xwe ya berpirs di pêkanîna erkên xwe yên nîştimanî yên Sûriyeyê de bidin û têkoşîna xwe li dijî terorê û rizgarkirina herêmên me yên dagirkirî dewam bikin.

Wê meşaleya Newrozê her tim bimîne rêça gelê me û em ê bi rihê Newrozê civaka xwe rizgar bikin, Sûriyeyeke hevgirtî û yek ava bikin, armancên gel û şehîdên xwe yên azadiyê pêk bînin.

Newroz pîroz be."

Piştî xwendina daxuyaniyê agirê Newrozê hat pêxistin.

Li gorî hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid, biryar e ku 19ʹê Adarê li Tebqayê şahî were lidarxistin, 20ʹê Adarê li Minbicê û 21ʹê Adarê li herêma Cizîrê, Firatê, Şehba û Dêrazorê were pîrozkirin.

(fr)

ANHA