Li kantona Qamişloyê amadekariyên Newrozê

Bi nêzbûna Newrozê re komîteyên amadekar ên şahiyên Newrozê cihên giştî, kolan û qadên sereke yên li bajar û navçeyên kantona Qamişloyê dixemilînin.

Li kantona Qamişloyê amadekariyên Newrozê
Li kantona Qamişloyê amadekariyên Newrozê
Li kantona Qamişloyê amadekariyên Newrozê
Li kantona Qamişloyê amadekariyên Newrozê
Li kantona Qamişloyê amadekariyên Newrozê
Li kantona Qamişloyê amadekariyên Newrozê
Li kantona Qamişloyê amadekariyên Newrozê
Li kantona Qamişloyê amadekariyên Newrozê
Li kantona Qamişloyê amadekariyên Newrozê
17 adar, 2023   11:17
QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo dê mîna her sal Newroz li gundê Hîmo were pîrozkirin.

Komên muzîk û govendê yên ku tev li pîrozbaiyên Newrozê yên li Qamoşloyê bibin wiha ne: Koma Botan, Koma Stêra Zêrîn, Koma Kombenda Efrîn A Civakî, Koma Şehîd Welat, komên Mena û Şadî (ji Reqayê), Koma Şehî Osman, hunermend Nesrîn Botan û ji Başûrê Kurdistanê hunermend Pêşewa Remezan.

Li navçeya Dêrikê îsal Newroz dê li Bendava Borzê bê pîrozkirin. Komên beşdarî pîrozbahiyê bibin wiha ne: Koma Şehîd Cûdî û El-Feterya, Koma Ava Mezin a Şanoyê, Koma Koçerat.

Li navçeya Girkê Legê, pîrozbahî dê li gundê Helêq Newroz were pîrozkirin. Komên beşdarî pîrozbahiya li Girkê Legê dibin jî ev in: Koma Serhildan, Koma Şehîd Alanya, Koma Şehîd Serhed, Koma Endelîb El-Firat, Koma Arêz û Kanî, Koma Hêvî ya şanoyê û Koma Çekdar Ereb a govendê.

Li navçeya Tirbespiyê jî dê pîrozbahî li Qada Şehîd Mezlûm Dogan be û ev kom beşdar dibin: Koma Şehîd Xebat, Koma Sebrî ya govendê, Koma Şehîd Roksan, hunermend Danîş Botan, Koma Bala, hunermend Fesîh Hisên û Keder Hisên ji Navenda Hêzil a Çand û Hunerê. Ji Til Birakê jî dê hunermend Talib beşdar bibe, her wiha hunermend Rêber Wehîd û Koma Bavê Teyar jî beşdar bibin.

Endamên komîteya amadekar a Newrozê Remziye Mihemed û Ednan Îbrahîm der barê amadekariyên Newrozê de ji ANHA’yê re axivîn.

Remziye Mihemed diyar kir ku Newroza îsal dê bi dirûşma “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” be.

Ednan Îbrahîm jî got: “Ez destpêkê Newroza Rêber Apo û hemû gelê Kurd pîroz dikim, ev 3 meh e em ji bo Newrozê amadekariyê dikin. Li her pênc navçeyên me komên dîlan, stran û şanoyê amade ne. Bi rihê Newroza îsal bibe azadiya Rêber Apo û yê tevahî Rojhilata Navîn, me amadekariyên xwe kirin.”