​​​​​​​Dewleta Îranê girtiyekî din ê Kurd bi dar ve kir

Dewleta Îranê girtiyekî din ê Kurd ê siyasî ê bi navê Mehyedîn Îbrahîm li girtîgeha Urmiyeyê bi dar ve kir.

​​​​​​​Dewleta Îranê girtiyekî din ê Kurd bi dar ve kir
17 adar, 2023   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Mafên Mirovan ya Îranê ragihand ku girtiyê siyasî yê bi navê Mehyedîn Îbrahîm li girtîgeha Urmiyeyê, danê sibehê hatiye darvekirin. Îbrahîm duh bi şev xistibûn hucreya yekkesî.

Hate zanîn ku duh bi şev malbata Îbrahîm li ber girtîgehê çalakiyek li dar xistibû û xwestibû cezayê darvekirinê were rakirin.