Kongra Star: Em ê armancên şehîdên azadiyê pêk bînin û Efrînê rizgar bikin

Kongra Star bi daxuyaniyekê diyar kir ku “Em careke din dagirkirina kantona Efrînê, Girê Sipî û Serêkaniyê bi tundî şermezar dikin û em ê xwedî li armancên şehîdên azadiyê derkevin û wan pêk bînin.”

Kongra Star: Em ê armancên şehîdên azadiyê pêk bînin û Efrînê rizgar bikin
17 adar, 2023   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Di salvegera 5′emîn a dagirkirina kantona Efrînê de, (18.03.2018) de em bi tundî şermezar dikin û hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin. Armanc valakirina herêmê ji gelên resen e û da ku zêdetir xaka Kurdistanê û dewletên cîran dagir bike, mîna Sûriye û Iraqê.”

Kongra Star bal kişand ser berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û wiha hate gotin: “Li hember vê dagirkeriyê berxwedaneke bêhempa hat nîşandan, hemû gel seferber bû, bi rihê berxwedanê parastina xaka xwe kirin, 58 rojan destanên lehengiyê û qehremaniyê nivîsandin û rihê gelê şoreşger derket holê. Ev mesaj da dayikên şehîdan bi pêşengtiya şehîd Barînan, Îlanan, Avestayan, Karkeran, Têkoşînan. Lê piştî berxwedaneke bêhempa bi darê zorê gel dane koçberkirin. Lê tu carî em dev ji xaka xwe ya dagirkirî bernadin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek Kongra Star careke din dagirkeriya kantona Efrînê, Girê Sipî û Serêkaniyê bi tundî şermezar dikin û em ê xwedî li armancên şehîdên azadiyê derkevin û pêk bînin. Bangewaziya me ji civaka navneteweyî û Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê re; zextê bidin ser dewleta Tirk a faşîst da ku ji herêmên dagirkirî vekişe, da ku gel bi ewlehî vegere warê xwe. Wek Kongra Star em ê têkoşîna xwe bilind bikin û dagirkeriyê têk bibin û azadiya Rêber Apo misoger bikin.”