ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-3-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-3-2023
16 adar, 2023   23:00

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca dûrxustina Rêber Abdullah Ocalan ji gelê wî tecrîdeke girankirî lê ferz dike. Kesayetên saziyên civaka sivîl ên Dêrazorê teqezî bi berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û mafên girtiyan kirin ku tecrîdê bi dawî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

“Dagirkeran hemû nîşaneyên Efrînê guhertin û kirin cihekî kavilkirî, tarî û zilmê.” Bi van gotinan jina bi navê Cîhan Îsa behsa rewşa Efrînê ya di bin dagirkeriyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Jinên filistînî bi rêbazên cuda tê dikoşin da ku mafên xwe li hember kiryarên desthilata Îsraîlê, civaka baviksalar û nîjadperestiya civakî wergirin. (BI WÊNE)

Peykera Jina Firatî ku di vê dawiyê de li Reqayê hatiye danîn, peykerên din mîna wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tîne bîra mirov ku têkoşîna jinên ereb, kurd û suryan rave dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Di demekê de ku lihevkirina Meclisa Dewletê û Meclisa Nûneran li ser rêgezên destûra hilbijartinan hêviya çareseriyê dabû lîbyayiyan. El Debîbe ragihand ku bêyî pêkanîna referanduma gel ew ê destûrekê red bike, ruxmî ku ev yek li dijî Peymana Cinêvê ya têkildarî çareserkirina aloziya Lîbyayê ye. (BI WÊNE)

ANHA