Rojnameyên erebî: Li hevdîtina Pûtîn-Esed peyamên veşartî hene

Rojnameyên erebî yên ku îro derketine, behsa civîna Pûtîn-Esed û rewşa Sûdanê kir.

Rojnameyên erebî: Li hevdîtina Pûtîn-Esed peyamên veşartî hene
16 adar, 2023   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî rewşa Sûriyeyê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsand: “Roja Çarşemê serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn gera berfireh a dan û standinan bi serokê Sûriyeyê Beşar Esed re pêk anî. Ji 2 salan ve serdana yekemîn a Beşar Esed bo Rûsyayê ye.

Li gorî berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov, her du aliyan bi amadbûna şandeyên her du dewletan dan û standinên berfireh pêk anîn. Piştre civîneke girtî ya rû bi rû di navbera her du serokan de pêk hat.

Vê carê serok Esed li balafirxaneya Vnukova ya hikumetê li ser asta cîgirê wezîrê karên derve Mikhail Bogdanov bi fermî hat pêşwazîkirin û her du sirûdên neteweyî hatin lêxistin. Her wiha protokolên pêşwazîkirina serokan hatin gerandin. Esed jî sibeha roja çarşemê dest bi çalakiya xwe kir. Esed li gorî protokolên serdanên serokên biyanî tacegulek danî ser gora leşkerê nenas.

Di her çar serdanên wî yên berê de, ji bilî wergêrê kesayetî Esed bi tenê bû û tu dirûşmên dewletê û ala Sûriyeyê li hola civînan nedihatin hildan. Lê di vê serdanê de şandeyeke mezin pê re hebû. Feysel Miqdad û wezîrê karên derve û yê koç û koçberiyê, wezîrê kar û barên serokatiya komarê Mensûr Ezam, wezîrê aborî û bazirganiya derve Dr. Samir El Xelîl, wezîrê parastinê Elî Ebas, wezîrê diravî Kînan Yagî, serokê Desteya Plangeriyê ya Dewletê Fadî El Xelîl, sekreterê giştî yê parlamentoyê Qeys Xidir, şêwirmenda taybet a Serokatiya Komarê Lona Şibil û sefîrê Sûriyeyê yê Moskovê Beşar El Caferî amade bûn.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov berî civînê got dê pêwendiyên dualî yên di çarçoveya pêşxistina hevkariyên Rûsya û Sûriyeyê de di warên siyasî, bazirganî, aborî û mirovî de, çareserkirina rewşa Sûriye werin gotûbêjkirin. Her wiha dê girîngiyeke mezin bidin mijara têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê.

Çavkaniyên rûsî got Pûtîn girîngiyeke taybet dide hevîdtinê da ku serokê Sûriyeyê helwesteke têrker a nermbûnê di dosyaya normalîzekirina têkiliyan li gel Tirkiyeyê de nîşan bide.

Çavkaniyên dîplomatîk ji rojnameya Şerq El Ewsat re got Moskov girîngiyeke mezin dide pêşxistina mijara nêzîkbûnê ya di navbera her du welatan de da ku ji bo başkirina mercên ji bo geşkirina çareseriya siyasî kar bike.

Ev helwest piştî eşkere bûn ku helwesta Sûriyeyê ya der barê dosaya nêzîkbûna li gel Tirkiyeyê de ne baş in, derket. Medyayê ragihand ku Şamê beriya nêzîkbûnê şertê derketina Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê û rawestandina piştevaniya opozîsyona Sûriyeyê danî.

Beriya hevdîtina Pûtîn-Esed, hevdîtinek di navbera wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeyê wî yê Sûriyeyê Feysel El Miqdad de pêk hat. Lavrov di hevdîtinê de got: “Ev civîn di demeke guncaw de pêk hat û civîna ku îro (duh) pêk were dê xwedî girîngiyeke taybet be.” Her wiha Lavrov anî ziman ku li gel her du aliyan pirs der barê pêkanîna lihevkirinên berê de hene. Lavrov got: “Civînên bi we re bi taybet dan û standinên Kremlînê bê guman dê tevkariya stratejîk a dualî ber bi asteke nû ve bibe."

‘SÛDAN; GAVÊN GIRAN BER BI ÇARESERIYA DAWÎN VE'

Rojnameya El Beyan têkildarî rewşa Sûdanê wiha nivîsî: "3 meh di ser Lihevkirina Çarçoveyê re derbas bûn û sûdanî li benda derketina ji krîza dîrokî ne. Kolanên Sûdanê xebata siyasî ya ku bi giranî ber bi çareseriya dawîn ve diçe, heta bigihîne hilbijartinan dişopînin.

Şêwirên têkildarî temamkirina lihevkirina dawîn nesekinîne, lê gavek bi pêş de û gavek bi paş de tê avêtin. Lê komxebat û civîn hîna dewam dikin û mijarên sereke ev in:

Jevkirina sîstema 30′emîn a Hezîrana 1989′an, nirxandina lihevkirina Cobayê ya aştiyê û krîza rojhilatê Sûdanê. Her wih komxebata doza edalet û edaleta demkî dewam dike û dûre dê doza sererastkirina ewlehî û leşkerî were nîqaşkirin. Li gorî çavkaniyekî ji El Beyan re axiviye, ji wê yekê re komîteyên taybet hatin avakirin ku çarçoveyekê jê re deynin.

Li gorî aliyên sivîl ên xebata siyasî îmze kiriye, Lihevkirina Çarçoveyê bingeheke aştiyane daniye ber welat, di serî de jî pêwîst e rêveçûna veguhastina demokratîk bikeve bin serweriya desthilata sivîl, yekitiya artêşa Sûdanê û dûrî siyasetê be.

Berdevkê Hêzên Azadî û Guhartinê Şîhabedîn Îbrahîm ji El Beyan re got pêdiviya demê bi temamkirina şêwirên li ser dozen lihevkirina dawî heye; mîna dozen edalet, sererastkirina ewlehî û leşkerî. Ji ber ku ew bingehên temamkirina xebata ber bi demokrasiya sivîl ve ye."

(bb, fr)