​​​​​​​Ji ber lehiyê rêyên gelek bajaran hatin girtin

Barana zêde ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hin herêmên Reqayê bû sedema lehiyê. Di encamê de rêyên di navbera bajarok û gundewarên wê de qut bûn. Şaredariyên gel jî hewl didin rêyan vekin.

​​​​​​​Ji ber lehiyê rêyên gelek bajaran hatin girtin
​​​​​​​Ji ber lehiyê rêyên gelek bajaran hatin girtin
​​​​​​​Ji ber lehiyê rêyên gelek bajaran hatin girtin
​​​​​​​Ji ber lehiyê rêyên gelek bajaran hatin girtin
16 adar, 2023   08:38
REQA

Duh li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baraneke gur barî, bi wê re lehî çêbû û zirar bi binesaziyê kir, bi taybet li gundewarên Reqa û Dêrazorê. Di encamê de hin rêyên sereke yên bajaran hatin girtin; rêya Reqa-Dêrazorê, Reqa-Hesekê, hin rêyên di navbera bajarok û gundewarên wê de.

Her wiha ji ber lehiyê Pira El Şahir a li rojhilatê Reqayê hilweşî. Her wiha piranî rêyên bakurê Reqayê bi bajêr ve girê didin, hatin girtin.

Vê lehiyê zirareke mezin bi projeyên çandinî, kanalên avdanê û pirên li ser kanalên çandiniyê kir.

Her wiha hîna ava lehiyê ber bi bakur û rojhilatê Reqayê ve diherike û ji bo herêmê metirsiyê çêdike.

Li ser vê yekê komîteyên Meclisa Sivîl a Reqayê bang li gel kir ku ji pêş lehî û cihên kombûna baranê bi dûr bikevin.

Şaredarî tedbîran digirin lê ev yek li kêleka zehmetiya kontrolkirina rewşê û herikîna lehiyê ber bi gelî û çemê Firatê ve, xebatan asteng dike.

(fr)

ANHA