Li Wanê 9 jin hatin destgîrkirin

Polîsên dewleta Tirk a dagirker li Wanê di serdegirtina malan de 9 jin destgîr kirin.

Li Wanê 9 jin hatin destgîrkirin
16 adar, 2023   07:38
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li Wanê polîsên dewleta Tirk di saetên serê sibê de bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girt.

Polîsan hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Wanê Gonul Ûzûnay, hevseroka Şaxa Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Kesên di Dêrgûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER) a Wanê Hanim Kaya, dayika aştiyê Xecê Bariştiran, hevseroka Komeleya Çavdêriya Koçê ya Serhatê (GOÇDER) Gulşen Kûrt, hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê Edîbe Babûr, hevşaredara Serayê ku qeyûm tayînî şûna wê kirine Caziye Dûman, endama Meclisa Şaredariyê Rêya Armûşê ya HDP’ê Ozlem Tûcî, endama TJA’yê Zeynep Kaya û Songul Işik destgîr kirin.

 Hate zanîn ku jin bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” hatine destgîrkirin. Jinên li Miduriyeta Polîsan a Wanê tên ragirtin û heta 24 saetan nahêlin parêzer wan bibînin.