​​​​​​​'Hikumeta Şamê siyasetek xapînok dimeşîne'

Hevserokê Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Welat Mamo diyar kir ku hikumeta Şamê bi derbaskirina hin alîkariyên ku têra şêniyên her du taxan nakin û qedexekirina alîkariyên ku pêwîstiya wan pê heye, gel dixapîne.

​​​​​​​'Hikumeta Şamê siyasetek xapînok dimeşîne'
​​​​​​​'Hikumeta Şamê siyasetek xapînok dimeşîne'
​​​​​​​'Hikumeta Şamê siyasetek xapînok dimeşîne'
​​​​​​​'Hikumeta Şamê siyasetek xapînok dimeşîne'
​​​​​​​'Hikumeta Şamê siyasetek xapînok dimeşîne'
​​​​​​​'Hikumeta Şamê siyasetek xapînok dimeşîne'
14 adar, 2023   03:41
HELEB - NESRÎN ŞÊXO

Di encama erdheja 6’ê Sibatê de bi hezaran mal û avahî hilweşiyan, bi hezaran jî derizîn û niştecihên wan ji neçarî li stargehan bi cih bûn.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî ku berê ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker zirar dîtine, zirar gihîşt gelek avahiyan, piraniya şêniyan ji tirsa hilweşînê ji malên xwe derketin.

‘REWŞ GUHERÎ LÊ ZÎHNIYET HEMAN E’

Der barê mijarê de hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Welat Mamo diyar kir ku wan li gorî derfetên xwe alîkarî pêşkêşî gel kirine û stargeh ji wan re peyda kirine û wiha dom kir: “Sedema derfetên me yên kêm jî dorpêça hikumeta Şamê ya li ser her du taxan e. Hikumeta Şamê jî hîna jî rê nade ku pêdiviyên sereke yên şêniyan bikevin her du taxan.”

Mamo, zîhniyeta hikumeta Şamê rexne kir û anî ziman ku piştî erdhejê gelek helwestên mirovî derketin, lê tevî wê jî hikumeta Şamê dev ji zîhniyeta xwe berneda û siyasetên xwe yên dûrî exlaqê dewam kirin.

‘DERBASKIRINA HIN ALÎKARIYAN Û QEDEXEKIRINA HINEK DIN SIYASETEK QIRÊJÎ YE!’

Mamo pesna însiyatîfên Rêveberiya Xweser, Heyva Sor a Kurd û alîkariyên navneteweyî yên ji bo alîkarîdayîna mexdûrên erdhejê da û got: “Bi wan alîkariyan hin pêdiviyên şêniyan hatin pêşwazîkirin, lê belê têra wan hemûyan nekir. Derman, şîrê zarokan li her du taxan tune ne, lê ew di nava alîkariyan de hebûn."

Mamo destnîşan kir ku hikumeta Şamê hin alîkarî derbas kirin, lê pêdiviyên girîng mîna ard, sotemenî, derman û şîrê zarokan derbas nake.

Mamo diyar kir ku piraniya niştecihên avahiyên bilind berê xwe daye navendên kombûnê mîna kon, hol, mizgeft, dibistanan.

Mamo da zanîn ku hejmara malbatên ji herdu taxan li navendên kombûnê bi cih bûne zêdetir dibe ûe v agahî dan: “Niha 600-700 malbat li stargehan bi cih bûne. Pêwîstiya malbatên ji avahiyên bilind derketine û li xaniyan bi cih bûne jî bi alîkariyan heye, ji ber ku piraniya malan ji bo mayînê ne ewle ne, hinek bê derî û pencere ne.”

(cx)

ANHA