​​​​​​​Di lêpirsîneke navneteweyî de: NY û Şamê baş alîkarî bi mexdûrên erdhejê re nekir

Di lêpirsîneke navneteweyî de ku têkildarê Sûriyeyê ye, hat diyarkirin ku hikûmeta Şamê û civaka navneteweyî, têr alîkarî bi mexdûrên erdhejê yên sûriyeyî re nekiriye.

​​​​​​​Di lêpirsîneke navneteweyî de: NY û Şamê baş alîkarî bi mexdûrên erdhejê re nekir
13 adar, 2023   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Komîsyona Lêpirsîna Navneteweyî ya têkildarê Sûriyeyê ya di bin banê NY’yê de Paûlo Pînheîro, got: “Di nav êşê de gelek qehremanî hatin kirin, lê me dît ku hikûmet û Neteweyên Yekbûyî, di berpêkirina alîkariya girîng a civaka navneteweyî de, qet neserkeftî ne.“

Komîsyona Lêpirsînê destnîşan kir ku sûriyeyiyan hizir kiriye ku terka wan hatiye kirin û pêdivî bi lêpirsînê heye û wiha got: “Di mijara bidawîkirina dijminahiyê de li hev nekirin. Di hêsankirinê de ku ji bo alîkariya jiyanî bi her awayî bigihîje mexdûrên erdhejê, bi ser neketin.“

Komîsyonê, hikûmeta Sûriyeyê û artêşa wê sûcbar kirin ku nehiştiye alîkariya ji derveyê sînor bigihîje mexdûrên erdhejê û diyar kir ku Heyet Tahrîr El Şamê alîkariya ji derveyê sînorê ku ji Şamê hatiye, red kiriye.

Komîser Hanny Megally di daxuyaniyekê de, got: “Em niha lêkolîna wê îdiayê dikin ku aliyên pevçûnê ji qestî nehiştiye ku alîkarî bigihîje ber destên mexdûrên erdhejê.“