​​​​​​​Ciwanan bang kir: Ji bo bidawîkirina tecrîdê dakevin qadan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan bang li tevahî azadîxwazan kir ku dakevin qadan û daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bikin.

​​​​​​​Ciwanan bang kir: Ji bo bidawîkirina tecrîdê dakevin qadan
14 adar, 2023   00:51
TEBQA- SELAM KEYREWAN

Dewleta Tirk a dagirker ji zêdetirî 23 mehan ve û heta niha tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û tevahî peymanên navneteweyî û mirovahî bin pê dike. Li hember vê, rêxistinên têkildarî kar û barên mirovî, hiqûqî û qanûnî bê deng in.

Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Tebqayê Diyaudîn El Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk ji fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ditirse ku ji bo hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û herêmê çareserî ye.

El Mihemed diyar kir ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan armanc dike ku hemû gelan mafên xwe bi dest bixin û jiyana hevpar pêk bê û ji fikrê kapîtalîst û dewletê xelas bibe.

El Mihemed da zanîn ku li gorî qanûnên navneteweyî muebed 22 sal in lê belê dewleta Tirk tevahî peymanên navneteweyî bin pê dike.

El Mihemed wiha domand: “Em dê rêya şehîdan bişopînin heta ku projeya neteweya demokratîk pêk bînin û destkeftiyên ku bi saya fikrê Rêbertî bi dest xistine, biparêzin. Her wiha dê asta têkoşîna xwe bilind bikin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. Divê tevahî azadîxwaz dakevin qadan û banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêbertî bikin.”

DIVÊ CPT'Ê ERKA XWE BI CIH BÎNIN

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Alaa El Silêman, sûcên dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Alaa bang li CPT'ê kir ku erka xwe bi cih bîne û serdana girtîgeha Îmraliyê bike, rewşa tenduristiyê ya rêber Abdullah Ocalan zelal bike. Her wiha anî ziman ku divê CPT'ê dev ji bêdengiya xwe li hember sûcên ku di girtîgeha reş a dewleta Tirk de pêk tê, berde.

Alaa di dawiyê de got: “Em dê li hember her kesî bisekinin ku şerê fikrê azad dike. Fikrê azad ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê belê li tevahî cîhanê pêk bînin.”

(dm)

ANHA