Rêveberiya Xweser: Hikumeta Şamê nahêle alîkarî derbas bibin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku hikumta Şamê hîna jî nahêle alîkariyên mirovî yên ku ji Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejê hatine derbasî Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Efrîn û Şehbayê bibin.

Rêveberiya Xweser: Hikumeta Şamê nahêle alîkarî derbas bibin
13 adar, 2023   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ku malpera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parve kiriye,  ji 6 rojan ve alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Şehba û Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şandine li deriyê Tayiheyê ji aliyê hikumeta Şamê ve hatine astengkirin.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku beriya 6 rojan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 25 kamyonên barhilgirên alîkariyên mirovî yên ku ji aliyê xelkê Silêmaniyê ve ji bo mexdûrên erdhejê hatine şandin, wergirtin.

Her wiha hate gotin, "Rêveberiya Xweser derbasbûna alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê şandine hêsan kir gihandin deriyê Tayiheyê, lê ji bo derbaskirinê, li bende erêkirina hikumeta Şamê ye.ʹʹ

Li gorî nûçeyê, Rêveberiya Xweser di gelek daxuyan de xwest ku dosyaya mexdûrên erdhejê neyên polîtîzekrin, lê aliyên din polîtîzekirin, derengmayîna qebûlkirin, redkirina alîkariyan dewam dike. hate diyarkirin ku ʹʹHîn jî aliyê mirovî tê paşguhkirin û hewcedariya mexdûran bi alîkariyên mirovî  tê jibîrkirin."

Di Sibatê de jî hikumeta Şamê 9 rojan 100 tankerên sotemeniyê yên ku Rêveberiya Xweser ji bo Şehba û Helebê amade kiribûn, asteng kirin û li beramberî derbaskirina wan dest danî ser nîvê wan.

(bb)