15 û 16ʹê Adarê li Moskovê civîneke çaralî li dar dikeve

Têkildarî aloziya Sûriyeyê, nûnerên wezîrên karên derve yên Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê 15 û 16ʹê Adarê li Moskovê dicivin.

15 û 16ʹê Adarê li Moskovê civîneke çaralî li dar dikeve
13 adar, 2023   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Russia Today ragihand ku der barê Sûriyeyê de dê nûnerên wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê rojên 15 û 16ʹê Adarê li Moskovê li hev kom bibin.

Li gorî RT, ev civîn dê bibe destpêka civîna wezîrên karên derve yên Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê ya ji bo demên bê.

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Mevlut Çavuşoglu di 8ʹê Adarê de gotibû: "Civîna wezîrên parastinê û serokên îstîxbaratên Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê ya dema borî bi formeke sêalî pêk hat. Piştre di serdana wezîrên karên derve yê Îranê ya dawîn ji bo Tirkiyeyê, wan û Îranê li hev kiriye ku Îran jî beşdarî civînên di çarçoveya dan û standinên Astanayê de bibe.”

15ʹê Adarê aloziya Sûriyeyê derbasî sala xwe ya 12’an dibe. Bi berdewama destwerdana dewletên derve di rewşa Sûriyeyê de tu nîşanayên çareseriyê ne xuya ne.

(bb)