Şehîd Gulê Selmo bi merasîmeke leşkerî hat bibîranîn

Di salvegera 11`emîn a şehadeta Gulê Selmo de, Tabûra Şehîd Gulê Selmo toraneke leşkerî li dar xist.

Şehîd Gulê Selmo bi merasîmeke leşkerî hat bibîranîn
13 adar, 2023   12:51
HELEB

Ji bo bîranîna çalakvana Yekitiya Star (Kongra Star niha) û endama Meclisa Gel a Helebê Gulê Selmo ku 2012`an şehîd bûbû, Hêzên Parastina Civakî-Jin toraneke leşkerî li dar xist. Bi dehan endamên Tabûra Şehîd Gulê Selmo beşdar bûn.

Merasîma bîranînê li nêzî kolana ku Gulê Selmo lê şehîd bûye, hat lidarxistin.

Piştî torana leşkerî, hevrêya şehîd Gulê û endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mewlîde Silêman axivî û bal kişand ser kesayeta şehîd Gulê û got: “Şehîd Gulê nimûneyeke fedakariyê ye. Gulê dema ku rojnamevanên ku sûcên şer ên komên çekdar belge dikirin ji revandinê xilas dikir, şehîd bû.”

Mewlîdeyê anî ziman ku gelê Kurd û bi taybet jinên Kurd rastî gelek hewldanên qirkirin û înkarê hatine û wiha dom kir: “Lê bi saya şehîdên mîna Gulê Selmo, pîvanên li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hatin parastin. Şehadeta Gulê Selmo zemîna pêkanîna pîvanên şerê gel ê şoreşgerî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bû.”

Merasîm bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinan û mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bi dawî bû.

Di 25`ê Hezîrana 2015`an de, jinên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi merasîmeke leşkerî avakirina ‘Tabûra Şehîd Gulê Selmo’ ya hêzên parastina civakî ragihand. Nêzî 60 jinên Kurd, Ereb û Tirkmen cihê xwe di tabûrê de girtin û heta niha di nava Hêzên Parastina Civakî-Jin de erka xwe pêk tînin.

Komên çete di 10`ê Adara 2012`an de taxa Şêxmeqsûd hedef girtin û hewl da rojnamevanekî ku sûcên wan belge dikirin, birevînin. Şehîd Gulê Selmo dema ku hewl da wî rojnamevanî ji guleyên çeteyan biparêze, ji serê xwe birîndar bû û di 13`ê Adara 2012`an de şehîd bû.

(cx)

ANHA