′Ji Qamişlo heta bi Amedê vîna gelan yek e′

Di merasîma salvegera 19′an a komkujî û Serhildana 12′yê Adara 2004′an a li Qamişloyê de hate gotin vîna gelan li dijî destpotiyê ji Qamişloyê heta bi Amedê yek e.

′Ji Qamişlo heta bi Amedê vîna gelan yek e′
12 adar, 2023   12:57
QAMIŞLO

Di merasîma salvegera 19′an a komkujî û Serhildana Qamişloyê de ku vê sibehê li Yarîgeha Şehîdên 12′yê Adarê ya Qamişloyê bi diruşma "Bi rihê Serhildana 12′yê Adarê em ê dagirkeriyê têk bibin û bi vîna gelan em ê bi ser bikevin" hate lidarxistin, axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê û Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi dawî bûn, li ser navê Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê axaftin hatin kirin.

′VÎNA GELAN DESTKEFTÎ PÊK ANÎN′

Têkidarî mijarê, berdevka Kongra Star Remziye Mihemed wiha got: "Şehîdên Serhildana 12′yê Adarê bûn mîrasa Şoreşa Rojava û Kurdistanê giştî."

Remziye wiha got: "Bi saya fedekarî, berxwedan, lehengî û destanên dîrokî ku bi hezaran şehîdan li dijî zihniyeta desthilat nivîsandine vîna gelan bi ser ket û gelek destkeftî bi dest xistin."

Remziye wiha domand: "Ji bo derxistina fîtneyan di nava pêkhateyên herêmê de hikumeta Şamê agirê fîtneyê, şerê etnîkî, mezhebî pêxist. Di encamê de bi dehan welatî şehîd bûn, bi sedan birîndar bûn û bi hezaran welatiyên herêmê hatin girtin. Her wiha beşek ji gelê herêmê ji ber hovîtî û çewisandina rejîma Baasê koçberî derveyî welat bûn."

Li ser armancên hikumeta Şamê Remziye ev tişt got: "Hemû hewl bi bin ketin. Xewna rejîma Sûriyeyê ku ev komkujî tirsandin e, li ser serê wê bû kabûs û ji Qamişloyê derbasî hemû herêmên Sûriyeyê bû û bû serhildaneke gel ku hesabê nedihat kirin. Her wiha ji bo gelê Kurd bû gaveke nû û li hember zordariya rejîma Baasê sekinî."

′QONAXEKE NÛ YA SERHILDANÊ′

Remziye bal kişand ser şoreşên Bihara Ereban û şansgirtina di 2011′an de ji wan rewşan re ji hêla Kurdan û ev tişt got: "Serhildana gel a ku çirûska wê di 2004′an de bû, bû agir û li tevahî bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve belav bû. Serhildana Qamişloyê êdî jêdera îlham û hêzê ji tevahî gelên cîhanê re û jêdera şoreşa ′Jin, Jiyan, Azadî′ ya li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê re ye."

Remziye wiha pê de çû: "Mîna em di Şoreşa 8′ê Adarê li Rojava bi diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ de bi ser ketine, em ê bi wê yek rizgariya jinan di tevahî civakan de li ser heman diruşmeyê bi ser bikevin."

Remziye diyar kir ku piştî derbasbûna salan di ser şoreşa gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re û qezenckirina van destkeftiyan û belavkirina ewlehî û aştiyê li herêmê, lê hîna hikumeta Şamê hewl dide aloziyê belav bike û şerê taybet li dijî herêmê ji bo têkirina şoreşa gel pêk tîne.

Remziye Mihemed di dawiyê de got bi hevgirtina gel û parastina destkeftiyan wê çand û yekitiya herêmê xurt bimîne.

′JI QAMIŞLOYÊ HETA BI AMEDÊ′

Li aliyekî din jî Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mahsûm Hesen di şexsê Şehîdên 12′yê Adarê de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: "Serhildana Qamişloyê berê di daîreya îstîxbaratê de hatibû plankirin da ku vîna Kurdan bişikînin û fîtneyê bixin navbera Kurd û Ereban. Lê bersiva gelê me li hember saziyên îstîxbaratê xurt bû û gotina Kurdan ji Dêrik heta bi Şamê bû yek. Xwepêşandanên gel li tevahî gund û bajaran dest pê kirin, tê de jin, mêr û mezin beşdar bûn. Bi wê re ji cîhanê re eşkere kir ku Kurd gelekî berxwedêr e, ji xaka xwe hez dike û rêzê ji hemberî xwe re digire û derfetê nade rejîmên destpot ku fîtneyên di navbera pêkhateyên herêmê de ku bi salan e bi hev re dijîn, derxe."

Hesen da zanîn ku Serhildana Qamişloyê bendên tires li cem Sûriyeyan şikand. Ji ber ku cara yekemîn bû ku gel dibêje na ji zulmê re, erê ji biratiya gelan e.

Hesen destnîşan kir ku şêniyên Dêrazor û Cizîrê bi hev re di 10 salên borî de li dijî fikrê tarî yê rêxistinên terorîst li ber xwe da û ev tişt anî ziman: "Ji vir ve û bi navê welatiyên azadîxwaz û tîmên beşdarî vê yarîgehê bûne em tîma Amedsporê û gelê me yê li Amedê û sekna wan li dijî terora Enqereyê silav dikin. Vîna gelê me ji Qamişo heta bi Amedê yek e."

Hesen di dawiyê de bang li gelê Sûriyeyê kir ku li dora projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, biratiya gelan û vîna gelan bicivin.

(fr)

ANHA