Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Esaf Mihemed re xwest

Bi sedan şêniyên navçeta Til Hemîsê sersaxî da malbata şervanê QSD'ê şehîd Esaf Mihemed ê ku di encama kirîza dil de şehîd bûbû.

Şêniyên Til Hemîsê sersaxî ji malbata şehîd Esaf Mihemed re xwest
8 adar, 2023   15:19
QAMIŞLO

Ji bo şervanê QSDʹê Esaf Mihemed El Mihemed ê ku li navçeya Til Koçerê di encama krîza dil de şehîd bûbû, sersaxî hat xwestin. Sersaxî li navenda navçeyê hat dayîn û axaftin hatin kirin.

Di serî de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Ebdullah El Salim sersaxî ji malbata şehîd Esaf Mihemed re xwest û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Piştre, hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê ya navçeyê Heyal El Xiwêr got: "Bi şehîdbûna şervanê me planên dewletên dijber ên ku dixwazin projeya neteweya demokratîk tune bikin, têk çûn."

El Xiwêr wiha domand: "Ji vir em soza şopandina rêya şehîdên xwe didin û ji cîhanê re teqez dikin ku em ê heta rizgarkirina tevahiya bajarên xwe ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker têkoşîna xwe bidomînin û li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bin."

Merasîm bi siloganên "Şehîn Namirin" bi dawî bû.

(mh)

ANHA