ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-03-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-03-2023
7 adar, 2023   23:00

-Bi boneya 8ʹê Adarê li navçeyên kantona Hesekê meş tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan hêvî kir ku 8ʹê Adarê bibe wesîleya azadiya tevahî jinan û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Îro 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye. Bi derbasbûna zêdetirî 10 salan di ser Şoreşa 19`ê Tîrmehê re, ev wêneyên şahiyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vê boneyê ne. (BI WÊNE).

- Însiyatîfa Li Dijî Dagirkeriyê û Qirkirina Jinan ku jinên ji welatên cuda digihîne hev, hewl dide rêxistinbûna jinan xurttir bike û bi hêza çareseriyê ya jinan birînên jinan bipêçe û têkoşîna wan encamdar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Ereb 8ʹê Adarê pîroz kir û bang li jinan kir têkoşîna azadiyê berdewam bikin û li hemberî hemû cûreyên qirkirinê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Li gorî ku cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê eşkere kiriye, Moskov ‏amadekariyan dike ku civîneke çaralî bi tevlêbûna wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, dewleta Tirk û hikumeta Şamê li dar bixe. Gelo dê nêzîbûn piştî vê civînê ‏bi lez bibe yan dê li pêşiya wê astengî derkevin? (BI WÊNE).

ANHA