​​​​​​​Êrişa Îsraîlê ya li dijî Balafirgeha Helebê di rojeva rojnameyên Erebî de ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa êrişa dawîn a Îsraîlê ya li dijî Balafigeha Helebê, serdana wezîrê parastinê yê DYA’yê ji Iraqê re û hilbijartinên Tirkiyeyê kir.

​​​​​​​Êrişa Îsraîlê ya li dijî Balafirgeha Helebê di rojeva rojnameyên Erebî de ye
8 adar, 2023   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset der barê rewşa Sûriyeyê de ev tişt nivîsî: "Îsraîlê têkildarî bikaranîna alîkariyên mirovî yên ji bo mexûdrên erdhejê yên li Sûriyeyê ji aliyê Îranê ve ji bo nixumandina qaçaxkirina çek û moşekan, fikarên xwe anîn ziman. Piştî wê, berbanga sêşemê li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê êrişa moşekan hat kirin. Di encamê de balafirgeh ji xizmetê derket. Tê destnîşankirin ku piştî erdheja 6′ê Sibatê gelek balafirên Îranê li balafirgehê daketin.

Wezîrê Veguhastinê yê Sûriyeyê duh daxuyand ku balafirên alîkariyên mirovî li şûna Balafirgeha Helebê, dê li balafirgehên Şam û Lazîqiyê dakevin.

Çavkaniyekî leşkerî jî bi daxuyaniyekê got: “Saet di 02:07′an berbanga sêşemê de Îsraîlê êrişeke hewayî ji Deryaya Spî ji aliyê rojavayê Laziqiyê ve li dijî Balafigeha Navneteweyî ya Helebê pêk anî, di encamê de balafirgeh ji xizmet derket.”

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê jî daxuyandibû ku êrişa Îsraîlê sûcekî dualî ye û wiha gotibû: “Ji ber ku ji aliyekî ve balafirgeha sivîlan kir hedef, ji aliyekî din ve jî yek ji kanalên bingehîn ên gihandina alîkariyên mirovî li hundirê Sûriyeyê û derveyî wê ji bo mexdûrên erdhejê hate hedefgirtin.” Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî jî êrişa Îsraîlê şermezar kir û wek êrişeke dijminane û dermirovî bi nav kir, her wiha bang li saziyên navneteweyî yên berpirsyar kir ku tedbîrên lezgîn û aktîf bigirin.

‘DYA HÊZÊN XWE LI IRAQÊ DIHÊLE’

Rojnameya El Beyan jî têkildarî rewşa Iraqê nivîsand: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) amaje bi wê yekê kir ku wê hêzên xwe li Iraqê bihêlin. Wezîrê Parastinê yê DYA’yê Lloyd Austin jî di serdaneke ji nişke ve a li Bexdayê de got ew bi hêvî ye hevkariya di navbera DYA û Iraqê de fireh bibe.

Ev serdan di çarçoveya gera Austin a li welatên herêmê de pêk tê ku ji Urdinê dest pê kiribû.

Austin piştî hevdîtina bi serokê hikumeta Iraqê re ji rojnamevanan re axivî û got heke hikumeta Iraqê bixwze, hêzên DYA’yê yên di nava Koalîsyona Navneteweyî de amade ne li Iraqê bimînin.

Austin bi hempîşeyê xwe yê Iraqê Sabit El Ebasî û serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî re civiya û piştî dan û standinanan diyar kir ku dê Amerîka hevkariya xwe bi Iraqê re dewam bike.”

′KEMAL KILIÇDAROGLU; NAMZETÊ MUXALÎF Ê HEWL DIDE JI BIN SIYA ERDOGAN DERKEVE′

Têkildarî rewşa Tirkiyeyê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Hevbendiya muxalefeta Tirkiyeyê di vê dawiyê de li ser namzetiya Kemal Kiliçdaroglu yê serokê CHP′ê li hev kir ku tev li hilbijartinên 14′ê Gulanê bibe. Dibe ku ew hilbijartin di dîroka Tirkiyeyê ya nûjen de xwedî girîngiyeke mezin be û namzetê wan bi ser bikeve û Recep Tayyîp Erdogan ji ser desthilatê rake.

Kiliçdaroglu ji serkeftina muxalefetê ya di 2019′an de dema li Stenbolê û bajarên mezin di hilbijartinan de zirarên mezin gihandin AKP′ê, desteka xwe ji wir digire. Ew yek bi saya desteka partiyên muxalif ên din bû."

(fr/cx)