ʹJinên Ereb di navendên biryardayînê de li pêş inʹ

Jinên Ereb 8ʹê Adarê pîroz kir û bang li jinan kir têkoşîna azadiyê berdewam bikin û li hemberî hemû cûreyên qirkirinê bisekinin.

ʹJinên Ereb di navendên biryardayînê de li pêş inʹ
8 adar, 2023   04:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve" 8ʹê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin.

Endama Desteya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya gundewarê rojava yê Dêrazorê Şehrezad El Casim got: "Em jinên Ereb ên Dêrazorê 8ʹê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi minetdarî pîroz dikin. Ev roj roja serhildan û şoreşa jinan a ji bo bidestxistina azadî û rûmeta xwe ye."

Şehrezad El Casim anî ziman ku di şoreş û xwepêşandanên ku jin pê re bûne de, mafên xwe bi dest xistin.

Şehrezad El Casim anî ziman ku 8ʹê Adarê roja azadiya wan e û wiha domand: "Em jinên Ereb dersê ji wan jinên di oxira bidestxistina azadiya xwe de berdêlên giran dane, digirin. Îro em dibînin ku jinên Ereb di navendên biryardayînê û tevahî qadan de li pêş in û pêşengiyê dikin."

Şahrezad El Casim bi bîr xist ku wan di salên borî de 8ʹê Adarê bi awayên cûda pîroz dikin, lê îsal ji ber karesata erdhejê ku di encamê de bi hezaran jin, mêr û zarok bûn qurbanî vê rojê bi êşê pêşwazî dikin. Şehrezad diyar kir ku pîrozbahiyên 8ʹê Adara îsal di çarçoveya civîn û meşan de sînordar maye û bi bîr xist ku jinên Dêrazorê çalakiyên cuda li dar xistin. Li tevahî herêmên Dêrazorê civîn û meş hatin lidarxistin."

Şehrezad El Casim bal kişand ser şoreşa jinan a li Îranê ya piştî qetilkirina Jîna Emînî û got: "Em van çalakiyên xwe diyarî hemû şehîdên jin ên ku di oxira pêkanîna azadiyê de giyanê xwe dan, dikin."

Welatiya bi navê Rîm El Ebid a ji Dêrazorê bi boneya 8ʹê Adarê got: "Em jinên Dêrazorê 8ʹê Adarê Roja Jinên Kedar ên Cîhanê pêşwazî dikin. Bi vê wesîleyê em şehîdên xwe yên ku ji bo pêkanîna azadî edalet, wekhevî û demokrasiyê li hemberî sîstemên desthilatdar giyanê xwe feda kirine, destenên lehengiyê nîvisandine û qeydên koletiyê kişandine, bi bîr tînin. Her wiha bi vê wesîleyê em Rêber Abdullah Ocalan ê xwediyê felsefeya jin û azadî silav dikin."

Rîm El Ebid anî ziman ku divê jin têkoşîna xwe li hemberî hemû êrişên dagirkerî, pergala baviksalarî û siyasetên qirkirinê yên li dijî jinan, xurt bikin.

Dîma El Elî got: "Em 8ʹê Adarê Roja Jinên Kedar ên ji bo azadiya xwe têkoşiyan, yên ku di sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de jinan roleke pêşeng di pergala hevserokatiyê de dilîzin û ji hemû jinan re bûne mînak, pîroz dikin."

Dîma El Elî bang li tevahî jinan kir ku dakevin qadan, li hemberî hemû cûreyên qirkirinê serî hildin heta edalet, wekhevî, demokrasî û jiyaneke azad û bi rûmet werin mîsogerkirin.

Welatiya bi navê Şirîn Mihemed a ji navçeya Zirganê ya kantona Hesekê 8ʹê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got: "Tevî êrişên li ser navçeyê em dev ji mal û xaka xwe bernadin. Em ê ji dijmin re îsbat bikin ku em bi xaka xwe ve girêdayî ne."

Şirîn Mihemed anî ziman ku jinên navçeya Zirganê bi lehengî li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin.

Jina bi navê Xewla Xelef a ji heman navçeyê got: "Ruxmê êrişên li ser saziyên ku em tê de dixebitin wekî Şaredariya Gel û navenda tenduristiyê û hwd em li ser karê xwe ne."

Xewla Xelef 8ʹê Adarê li jinên kedar ên Zirganê pîroz kir û got, jinên Zirganê di berxwedan, fedakarî û mayîna li ser xaka xwe de bi israr in.

(bb)

ANHA