ECKʹê piştgirî da helwesta Amedspor

Encumena Ciwanên Kurd (ECK) bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi Amedspor re anî ziman û bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir ku li hemberî faşîzmê serî hilde.

ECKʹê piştgirî da helwesta Amedspor
7 adar, 2023   17:27
QAMIŞLO

Endamên Encumena Ciwanên Kurd (ECK) li Parka Giştî ya bajarê Qamişloyê hatin ba hev û bi daxuyeniyekê piştgiriya xwe bi helwesta Amedspor a li hemberî êrişên nîjadperestên tirk nîşan da.

Hevserokê encumenê Rodî Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

ʹʹSîstemên hegemonîk ên dagirker ên ku Kurdistan parçe kirine û her hêzek ji wan parçeyek di bin kontrola xwe de nêzî sed sal hiştiye her tim hewl didin ku Kurd ji rastiya xwe dûr bixin û bi gelek rê û rêbazan dixwazin Kurdistanê tune bikin. Lê gelê Kurd her tim di girava parastinê de maye. Ji ber vê yekê her ku diçe sîstemên li dijî Kurdan qirêjtir dibin.ʹʹ

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi êrişa nîjadperetî ya li ser tîma Amedspor hate kirin û hate gotin: "Bûyera ku li Bursaya Tirkiyeyê rû daye, berdewama komkujiya 12ʹê Adara 2004ʹan li Qamişlo ye. Hewl dan lîstika sporê veguherin komkujiyê. Di lîstekê de ku divê qaşo rihê werzîşê serwer be, lê giyana kînkişandin û alozîderxistin derket holê. Rejîma Baasê jî heman rêbaz li Qamişloyê di sala 2004ʹan de pêk anî.ʹʹ

Meclisa Ciwanên Kurd piştgiriya xwe ji bo gelê Bakurê Kurdistanê anî ziman û bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir ku li piştevaniyê bidin Amedspor û li hemberî faşîzmê serî hildin."

(bb)

ANHA