​​​​​​​Şêniyên Til Hemîsê şehîd Esaf Mihemed oxir kir

Şêniyên Til Hemîsê ya Qamişloyê cenazeyê şervanê QSD′ê Esaf Mihemed El Mihemed oxir kir û got ew ê heta serkeftinê li ser şopa şehîdan bin.

​​​​​​​Şêniyên Til Hemîsê şehîd Esaf Mihemed oxir kir
7 adar, 2023   12:14
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Til Hemîs û gundên derdorê li goristana şehîdan a navçeyê kom bûn da ku beşdarî merasîma oxirkirinê ya şervanê QSD′ê Esaf Mihemed El Mihemed (Esaf) bibin. Esaf El Mihemed di encama krîza dil de şehîd bûbû.

Di merasîmê de ji fermandarên QSD′ê Leys Elî got: "Em bejna xwe li hember kesên canê xwe ji bo ronîkirina civakan daye, ditewînin. QSD′ê gelek fedakarî dan û dê di oxira rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî de jî dewam bike."

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Hemze Mihemed got şehîdan bi rêya fedakariyê hezkirina xwe ji welat û gelê xwe re anî ziman.

Mihemed soz da ku ew ê heta pêkanîna serkeftinê li ser şopa şehîdan bin.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(fr)

ANHA