Meclisa Jinan siyasetên dewleta Tirk û hikumeta Şamê şermezar kirin

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê siyasetên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê ji ber ferzkirina dorpêçê û siyaseta birçîkirinê li herêmên dagirkirî û yên li herêmên erdhejê, şermezar kirin.

Meclisa Jinan siyasetên dewleta Tirk û hikumeta Şamê şermezar kirin
7 adar, 2023   11:58
HELEB

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê-Helebê li ser siyasetên hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ên birçîkirinê daxuyaniyek da. Beşdaran pankartên "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa jinan e" û "Jin, Jiyan, Azadî" hildan.

Cîgira Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê-Helebê Xaliya Kecwan li pêş navenda meclisê ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de sersaxî ji gel û mexdûrên erdhejê re hate xwestin.

Di daxuyaniya meclisê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê rê li pêş rêxistinên mirovî û alîkariyan venakin ku derbasî herêmên wêranbûyî bibin.

Her wiha hate destnîşankirin ku di encama erdheja 6’ê Sibatê de gelek welatiyan jiyana xwe ji da û hîna gelek welatî di bin kavilan de ne, lê ji ber siyaset û dorpêça ji hêla dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê ve li herêmên wêranbûyî welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê nehişt komên rizgarî û alîkariyên mirovî yên Rêveberiya Xweser û yên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigihêjin herêmên wêranbûyî.

Meclisê di daxuyaniyê de piştgiriya xwe ji şênî û jinên koçber ên ji Efrîn û Helebê re anî ziman û siyasetên dorpêç û birçîkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê yên li herêmên wêranbûyî şermezar kirin.

Di dawiyê de meclisê bang li tevahî hêzên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan kir ku krîza Sûriyeyê çareser bikin, azarên gelên Sûriyeyê û dorpêça li dijî herêmên wêranbûyî bi dawî bikin û bihêlin alîkariyên mirovî derbas bibin.

(fr)

ANHA