Li herêma Firatê û Qamişloyê çalakiyên 8’a Adarê

Bi dirûşma ′Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinan ve′ li herêma Firat û kantona Qamişloyê rêzeçalakiyên 8′ê Adarê hatin lidarxistin.

7 adar, 2023   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe salvegera 166′an a Roja Jinan a Cîhanê ye. Bi vê boneyê Platfroma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 28′ê Sibatê de rêzeçalakî bi dirûşma ′Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinan ve′ dabû destpêkirin.

QAMIŞLO

Li hola Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê ya li Qamişloyê bi boneya 8’ê Adarê pêşangeha berhemên folklorîk hate vekirin.

Di pêşangehê de bi dehan jinên Kurd û Ereb ên beşdarî xebata destkariyan bûne, amade bûn.

Armanca pêşangehê destekê bidin behreyên jinan û rola jinan di parastina çanda pêkhateyan de were eşkerekirin.

ÇILAXA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Al06GQxs1IE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Meclisa navçeya Çilaxa 100 şitilên daran li Daristana Azadî ya li rojhilatê navçeyê çandin.

Beriya destpêkirina çandinê, hevseroka Gerînendetiya Çandinê ya Çilaxa Henan Şemo hatina 8′ê Adarê li tevahî têkoşer û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Henan wiha got: "Me ji bo xelatkirina ked û têkoşîna jinan ev çalakî li dar xist. Dê şoreşa jinan a bi dirûşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bi keda hemû jinên li seranserî cîhanê bi ser bikeve."

Bi beşdariya bi dehan endamên jin û mêr ên meclisê 100 şitil li daristanê hatin çandin.

KOBANÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/udCEL8QvA6w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê li nivîsgeha xwe panelek li ser dîroka 8′ê Adarê û bandorên wê li ser têkoşîna jinan li dar xist.

Di panelê de endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên li herêmê amade bûn.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Firatê Hêlîn Haçim û endama rêveber a Koordînasyona Kongara Star a herêmê Peyman Eloş panel bi rê ve bir.

Axêveran bal kişand ser şêweya rizgariya ji zîhniyeta desthilat a li ser jinan. Di dawiyê de beşdaran da zanîn ku divê jin li ser metod û felsefeya Rêber Ocalan bimeşin.

EYN ÎSA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ghea5Zjk_DA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Kongra Star a Girê Spî meşek bi beşdariya bi sedan şêniyên Eyn Îsayê li dar xist.

Meş ji pêş mizgefta mezin heta bi Çerxerêya Şehîd Cûdî ve dest pê kir. Di meşê de beşdaran wêneyên şehîdên komkujiya Helencê Zehre Berkel, Hebûna Mela Xelîl û Emîne Weysî, her wiha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Li çerxerêyê endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Luceyn Salim axivî û 8′ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir. Luceyn got jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bend şikandin û piştî Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîneke mezin raber kir.

Luceyn bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên li herêmên dagirkirî û bang li tevahî jinên li herêmên dagirkirî kir ku li hember dewleta Tirk a dagirker serî hildin.

Meş bi dirûşmên ′Bijî jina azad′ bi dawî bû.

(fr)

ANHA