​​​​​​​Şehîd Mezlûm Qamişlo hat oxirkirin

Bi amadebûna şêniyên Qamişloyê li Gorsitana Şehîd Delîl Sarûxan, merasîma şervanê QSD`ê Remedan Îsmaîl (Mezlûm Qamişlo) yê ji bajarokê Girbawî, hat lidarxistin.

​​​​​​​Şehîd Mezlûm Qamişlo hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Mezlûm Qamişlo hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Mezlûm Qamişlo hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Mezlûm Qamişlo hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Mezlûm Qamişlo hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Mezlûm Qamişlo hat oxirkirin
7 adar, 2023   09:42
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişloyê bi merasîmeke girseyî şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Remedan Îsmaîl (Mezlûm Qamişlo) ku 6`ê Adarê de di encamê nexweşiya dil de şehîd bûbû, oxir kir.

Di merasîmê de ku li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê hat lidarxistin, şervanên hêzên leşkerî li herêmê, heval û malbata şehîd Mezlûm Qamişlo amade bûn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Fatma Tahir axivî û bal kişand ser navçeya ku şehîd Mezlûm Qamişlo lê dima û got: “Bajarokê Girbawî bi qehremanên xwe tê naskirin, şehîd Mezlûm jî yek ji wan e. 15-16 şehîdên wê hene, yên destpêka tevgera azadiyê ne.”

Endamê Meclisa Leşkerî ya Eyaleta Rûbar Qamişlo, Nezîr Sofî jî axivî û diyar kir ku ji şoreşa Şêx Seîd heta niha dijminê gelê Kurd komkujiyan bi serê wan de tîne û wiha dom kir: “Bi saya felsefeya Rêber Ocalan me rêya xwe ya berxwedanê nas kir.”

Her wiha endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silêman Osman di merasîmê de axivî û da zanîn ku her şehîdek xwedî kedeke pîroz e, şehîd Mezlûm Qamişlo jî di şoreşa Rojava de xwe kir yek ji pêşengan û wiha anî ziman: “Şehîd Mezlûm perwerdeya çiyayê azad dîtiye, cihê xwe di hemû xetên pêş ên berevaniya li ber xakê girtiye.”

Silêman Osman di dawiyê de got: “Em şehadeta Mezlûm li gelê Ereb jî pîroz dikin.”

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Mezlûm Qamişlo radestî malbata wî hat kirin û tevî slogana `Şehîd namirin` li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spart axê.

(sb)

ANHA