Li deriyên Sêmalka û Welîd 100 şitilên daran hatin çandin

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM′ê li deriyên Sêmalka û Welîd şitilên daran çandin.

Li deriyên Sêmalka û Welîd 100 şitilên daran hatin çandin
7 adar, 2023   09:44
QAMIŞLO

Platfroma Jina Ekolojîk a Rojava di 15′ê Sibatê de bi armanca parastina jîngehê hemleyek bi diruşma "Li hember çekên kîmyewî ku hewl didin welatê me bikin çolistan û cihê erdhejan em ê daristanan ava bikin" dabû destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de, Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 50 şitilên daran li deriyê Sêmalka û 50 deriyê Welîd ên li kantona Qamişloyê çandin.

Dê hemle heta 4′ê Nîsanê dewam bike.

(fr)

ANHA