YPJ: Dê bi pêşengiya jinên Kurd azadiya jinan gerdûnî bibe

YPJ’ê bi boneya 8’ê Adarê diyar kir ku “Em ê xwedî li nirxên civakê derkevin. Wek YPJ bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” têkoşîna me dê li ser van rêgezan bi jiyanî bibe. Wê têkoşîna me îfadeya soza me be.”

YPJ: Dê bi pêşengiya jinên Kurd azadiya jinan gerdûnî bibe
7 adar, 2023   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di daxuayniya xwe ya bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de wiha da zanîn:

“Em wek Yekîneyên Parastina Jin di 10 saliya xwe de careke din 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pêşwazî dikin. Em her tim xwedî îdia bûn ku em bibin hêza parêzvan a mafê jinan û azadiya jinan.  Bi boneya 8’ê Adarê careke din em sozdariya xwe nû dikin, em ê di erkên demê de berpirsyartiya xwe weke parêzvanên jin û avakerên jiyana azad bi cih bînin. Û em ê bibin misogeriya ku hemû nirxên bi xwîna şehîdan hatiye avakirin. Di serî de em hemû jinên ku jiyana xwe ji bo doza azadiyê, ji bo azadiya jinê canê xwe bexşandin bi bîr tînin. Em ê şopdarê rêya wan bin.

‘PERGALA HEYÎ NIKARE PARÊZVANIYA GELAN BIKE’

Erdheja ku li Bakurê Kurdistanê, Sûriye û Tirkiyeyê çêbû, êşên mezin dan jiyandin. Êşa herî mezin jî dayik, jin û zarok kişandin. Îsal pêşwazîkirina 8’ê Adarê bi êşên mezin pêk hat. Li pişt xwe bi hezaran qurbanî, birîndar û sêwî hiştin. Careke din aşkera bû ku polîtîkayên sîsteman ên ku tenê berjewendiyên xwe esas digirin, bûn sedema ew qas êşên mezin. Rojên pîroz ên gelan, rojên pîroz ên jinan kirin rojên tarî, êş û hesret. Ev jî îfade dike ku sîstem tu carî nikarin parêzvaniya gelan bikin. Eger gel jî birexistinbûna xwe ya parastinê ji hemû aliyan ve nede avakirin, dê her tim di bin enqaza van sîsteman de bimînin. Bi taybet em di sedsaleke wiha de ne ku ji hemû salan zêdetir mudaxeleyek jinê dixwaze. Ji ber ku di sedsaleke di nav xwe de şerên mezin, wêranên mezin hildigire. Ev hemû bi sîstema zilam-dewletê tê çêkirin. Ên ku bikarin bibin hêzên mudaxeleyê jî jin bi xwe ne.

‘TÊKOŞÎNA ME ÎFADEYA SOZA ME YE’

Di roja me ya îro de jî jin gîhaştin astekê bilind ku bi vê hêzê dikarin erk û berpirsyariyê bigirin, rol û mîsyona dikeve ser milê wan bi awayekî serkeftî pêk bînin. Bi taybetî jî şoreşa jin a cîhanî bi yek dengî, bi yek helwestî bi diruşma “Jin Jiyan Azadî” ev rastî diyar kir. Herikbariya ku têde çêbû û berdewam dike baweriyek mezin da avakirinê ku, jin dikare bibe hêza mudaxeleyê. Ji bo wê jî di roja 8’ê Adarê de wê roja bilindkirina dengê ku dibêje ‘ji bo afirandina jiyanake nû, ji bo afirandina aramiya gel, ji bo parastina rûmeta mirovan, bi taybet jî wek jin em misogertiya wê bikin. Em wek Yekîneyên Parastina Jin em ê roja 8’ê Adarê bi êşên qurbaniyan re jiyan bikin û helwestên me wê ji bo wan ev be ku, em parêzvanên edaleta civakê, siyaseta demokratîk, doza azadiyê ne. Em ê xwedî li nirxên civakê derkevin. Wek YPJ’ê bi bilindkirina dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” têkoşîna me li ser van rêgezan bi jiyanî bibe. Wê têkoşîna me îfadeya soza me be.

‘TÊKOŞÎNA GERÎLAYÊN YJA STARÊ JI BO HEMÛ JINÊN TÊKOŞER BÛYE MÎNAKEKE BÊHEMPA’

Dîsa em hemû jinên ku îro bi têkoşîneke ji îradeya pola û berxwedaneke bêhempa ku li çiyayên Kurdistanê bi awayekî şênber dimeşînin; sekna wan a li hemberî hemû êrîşên hovane yên kîmyevî ku ji aliyê hêzên faşîst û dagirker a dewleta Tirk ve tê kirin, em sekna gerîlayên YJA Starê û gerîlayên azadiyê silav dikin û em ji bo xwe weke xeta berxwedanî û sekna bi rûmet mînak digirin. Em vê seknê di dil û mêjiyê xwe de jiyan dikin. Berxwedan û têkoşîna gerîlayên YJA Starê ji bo hemû jinên têkoşer û li ber xwe didin bûye mînakeke bêhempa û îlhameke mezin. Em bi rihê têkoşîna gerîlayên YJA Star û jinên Rojhilatê Kurdistanê roja 8’ê Adarê pîroz dikin. Wê bi pêşengiya jinên Kurd azadiya jinan gerdûnî bibe. Careke din em ji hemû jinan re soz didin ku em ê xwedî li erkên xwe yên dîrokî derbikevin û bi vê bîr û baweriyê asta têkoşîna xwe bilind bikin. Bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinan ve” xwedî li mîsyona xwe derkevin û şoreşa jinan mîsoger bikin. Em roja 8’ê Adarê li hemû jinan bi bilindkirina têkoşîn û berxwedanê pîroz dikin.”