​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-3-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-3-2023
6 adar, 2023   23:00

Rêveberiya Dibistanan a Kampa Serêkaniyê bi dirûşma “Bi zanîn û zanistê me li vir in û dê vegerin Serêkaniyê” dibistana seretayî li kampê vedike saet di 10:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê li taxa Til Hecer merasîmeke xiyabû ji bo şevanê HPG`ê Felat Seyfûdîn Hisên li dar dixe ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya hemleya ku Komîteya Ekolojiyê ya Kongra Star li dar xistiye de, Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê bi dirûşma “Li hember çekên kîmyawî ku hewl didin welatê me bikin çolistan û cihê erdhejan, em dê daristanan ava bikin” dest bi çandina daran li deriyê sînor ê Sîmalka, El Welîd dike saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Weqfa Jinên Azad a Sûriyê bi dirşma “Jin, jiyan azadî” li navenda weqfê ya li Qamişlo pêşangeheke karên destan û dirûtinê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Sûriya Demokratîk a Tebqayê panelek bi dirûşma “Hevgirtina civakî û siyasî” li Navenda Çandê ya Tebqayê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo li parka Azadî çalakiya çandina daran li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a navçeya Çilaxa bi nêzîkbûna Roja Jinan a Cîhanê Parka Jinan vedike saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a rojavayê Dêrazorê, têkildarî 8`ê Adarê semînerek dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star li avahiya Meclisa Giştî ya PYD`ê bi merasîmekê fermendar û endamê meclisa Serokatiya Kongra Gel Delal Ezîzogulu (Raperîn Amed) ku di 17`ê Hezîrana borî de şehîd bûye bi bîr tîne saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Qamişlo bi beşdariya nûnerên malên jinan ên herêma Cizîrê, li akademiya Mezopotamyayê dest bi çandina daran dike saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Ciwanên Kurd a Qamişlo têkildarî êrişên netewperest ên li dijî tîma Amed Spor li Bakurê Kurdistanê li Bajarê Şebab ê Qamişlo daxuyaniyekê dide saet di 15:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Qamişlo, cenazeyê şervanê QSD`ê Mezlûm li Goristana  Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo oxir dikin saet di 10:00`an de (BI WÊNE Û DÎMEN)

Enqazên şer ên avahiyên hilweşiyayî û derizî ku di encama şer û pevçûnên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de çêbûne, bombeyên demkî ne ku jiyana xelkê li nêzî wê dijîn, dixin xetereyê. Ji ber ku piştî erdhejê xetereya wê zêde bûye, hemwextî dorpêçkirina herdu taxan..(BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdann El Ebid bang li dewletan û Yekitiya Erebî kir ku mafên gelê Sûriyê di ber çavan re derbas bikin û aloziya welêt çareser bikin. El Ebid destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser normalîzekirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re ji aliyê dewletan ve bi erênî nirxand heke sûda wê ji bo gelê Sûriyê hebe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bîranîna Şehîd Îlan Dara ku di “Berxwedana Serdemê” de bi çalakiya xwe ya fedaî 22 hevalên xwe rizgar kirin û çalakiya xwe diyarî hemû dayikan û xaka xwe kir, hîn jî gelekî zindî ye .(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Bi minasebeta 8`ê Adarê (Roja Jinên Kedkar a Cîhanê) fermandar û rêveberên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji jinên Rojhilatê Kurdistanê-Îranê re peyam şandin. Gelo navaroka wan peyaman çi ye? (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekemîn şahiya Roja Jinan a Cîhanê li Qamişloyê, di 1987′an de li maleke li taxa Hîlaliyê bi beşdariya nêzî 50 jinên Kurd hate lidarxistin. Yek ji beşdarên şahiyê çîroka wê rojê vedibêje .(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Jin îsal Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinan ve" pêşwazî dikin, ku bû sembola têkoşîna jinên azad li Kurdistanê, Rojhilatê Navîn û cîhanê. Serhildana jinan ku piştî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê desthilata Îranê ve çirûska wê pê ket, bû malê tevahî jinan û mirovahiyê. Ev şoreş ruxmî zordestiya desthilata Îranê jî hîna berdewam e û agirê wê di 8`ê Adarê hîna gurtir dibe.

ANHA