Roja Jinan a Cîhanê têkoşîn û dayînek herikbar e-Hêvîdar XALID

Roja Jinan a Cîhanê têkoşîn û dayînek herikbar e-Hêvîdar XALID
7 adar, 2023   04:26

Jin îsal Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinan ve" pêşwazî dikin, ku bû sembola têkoşîna jinên azad li Kurdistanê, Rojhilatê Navîn û cîhanê. Serhildana jinan ku piştî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê desthilata Îranê ve çirûska wê pê ket, bû malê tevahî jinan û mirovahiyê. Ev şoreş ruxmî zordestiya desthilata Îranê jî hîna berdewam e û agirê wê di 8`ê Adarê hîna gurtir dibe.

Careke din dilên jinan ku daketin qadên berxwedanê li seranserî cîhanê lê da, jinan bi hev re bi yek dengî û bi hemû zimanan "Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Hemû jinên têkoşer ên ku jiyana xwe di oxira pêkanîna jiyana azad de feda kirin û ji bo ku vê rojê bikin rojeke bêhempa bi destê zordestan hatin kuştin, hatin silavkirin. Jinên mîna têkoşerên entersyonalîst Roza Luksemburg, Klara Zetkin û Sakîne Cansiz, Cemîle Buheyred, Sena Muhêdilî, Mersal Nabîzade ên ku rêya azadiyê ji bo jinan ronî kir.

Wan jinan li ser bingeha îdielojiya rizgariya jin a Rêber Abdullah Ocalan, ji bo berxwedanê xwe kirin mertal û rêya têkoşîneke birêxistinkirî ya kûr li herêmê vekir.

Jinên ku daketina qadan, soz dan ku ala têkoşîna azadiyê ya ku bi zendên xwe bilind kirine, nekeve xwarê û bi mezinkirina têkoşînê li ba bibe û wekî hêza bingehîn a hemû tevgerên jinan, berxwedanê bimeşînin. Da ku karibin xwe îfade bikin û berxwedanê ji xwe re bikin felsefeya jiyana azad a ku dev jê nayê berdan.

Ruxmî ku dîroka mirovahiyê tije şer û sûcên kuştinê, komkujî û qirkirinê ye, lê bi têkoşîna tevgerên şoreşgerî dagirtî ye ku ji bo avakirinê li ber xwe da û tê koşiya. Ji ber wê pergala baviksalarî siyaseta xwe ya çewisandinê li dijî hewldan û têkoşîna jinan û civakê zêde kir. Wan pergalan di fikrê nepêkanîna guhertinê û sekna li hember pêşketin û pêşxistinê de israr kir da ku li pêşiya guhertinê bû kelem. Em dizanin ku pergalên petrîyark bi tunekirina jinan rihet dibin. Dev ji fikr û kiryarên xwe yên nîjadperest bernadin. Lê dîsa jî têkoşîna ji bo azadiya ranewestiya.

Li Tirkiyeyê, desthilata AKP'ê wê bi rêve dibe û rêgeza yekzayend, yekreng, yekal û yeknetewe ji xwe re kiriye bingeh û welat kiriye girtîgehek ji bo darizandina jinên rewşenbîr û berxwedêr ên ku dewa mafên xwe dikin û serî ji siyasetên wê re natewînin. Li Îranê jî rejîmê di xwepêşandanên dawîn de piştî kuştina Jîna Emînî dijminatiya xwe li hember jinan eşkere kir.

Rewşa jinan li Iraq û Başûrê Kurdistanê jî mîna li Îran û Tirkiyeyê ye. Li dijî jinên wî welatî jî hemû sûcên li dijî mafên mirovan pêk tên. Rojane li dijî jinan îşkence, kuştin û tundiya derûnî tê meşandin. Eger em bêjin rewşa jinan li Misir, Lubnan, Filistîn, Yemen, Bakurê Afrîkayê, Efganistan û Pakistanê ji wan ne cudatir e, wê gotin di cih de be.

Ruxmî têkoşîna berdewam a jinan a ji bo bidestxistina mafên xwe û pêkanîna xeyalên xwe jî, lê li van dewletan hîna li dijî gelek jinan, tundiya malbatî, destavêtin, destdirêjî, paşguhkirin û çewisandin tên kirin. Diyardeya tercîhkirina pitikên kur (lawik) li şûna yên keç li gelek civakan li hember hewldan û berxwedana jinan astengî ye. Her wiha ji ber anîna zarokên keç diyardeya berdanê belav e. Li rex wê jî jiberxwekirina zarokên keç jî heye. Jin rojane bi çanda baviksalarî û qanûnên li ser bingeha olê û urf û adetan re rû bi rû dimînin. Bi kurt û kurmancî; hîna cudabûn li ser bingeha zaynedê heye. Hîna jî jin li gelek herêman û dewletên cîhanê bi zilm û bê wekheviyê re rû bi rû ne.

Helbet, ev rewş û urf û adet bi awayekî mezin bandorê li jiyana kes û civakan dike. Li rex wan sûcan û binpêkirinan, hîna tevlêbûna jinan di siyasetê û navendên biryaran de lawaz e. Ev mijar dibe mijara nîqaşan. Tevî ku jinan di salên dawîn de di gelek tevgerên şoreşgerî de bi şirîkeke sereke, lê dîsa jî di gelek qadên rêveberiyê de hîna paşguhkirî ne.

Li gel şerê li Kurdistanê, jinên Kurd bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê têkoşîneke îdeolojîk li qadên cuda dimeşîne û destkeftiyên bêhempa li ser erdê pêk tîne. Ruxmî ku li hemberî wê gelek astengî, êriş û siyasetên qirkirinê ji aliyê pergalan ve hatin kirin. Ev pergal jinên birêxistinkirî yên ku bûne xwedî vîn û rêxistinbûyîna xurt li Rojhilata Navîn û dikare li hember pergala kapîtalîst ya heyî bisekinin, kirine hedef û dirûşma "pêşîn jinan bikin hedef" ji xwe re kirine armanc. Lê belê Kurdistan bi pêşengiya jinên têkoşer bû navenda şoreşa fikrî û civakî ya şoreşê.

Ev şoreş her wiha bi rêya têkoşîna jinên kurd pêk hat, ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo xurtkirina têkoşîna xwe kirin bingeh. Bi pêşxistina têkoşîna fikrî û îdeolojîk îro careke din dîroka jinan li Kurdistanê û Rojhilata Navîn û cîhanê tê nivisîn. 8'ê Adarê yek ji wan dîrokan e ku bi mezinkirina têkoşînê re wateyek û girîngiyek wergirt û îro jina di bin banê têkoşîneke hevbeş de kom kirin.

Di Roja Jinan a Cîhanê de ku bi tevgereke karkeran dest pê kir û piştre bû bûyereke salane, divê jin soza têkoşînê nû bikin û hevbendiya xwe xurttir bikin ji bo ku jiyaneke azad û cîhaneke li ser rêgezên civaka ekolojîk a demokratîk ava bikin, ku azadiya jinan û avakirina rêxistineke xurt li dijî pergala baviksalarî ji xwe re dike bingeh.

8`ê Adarê li ser hemû jinan vê berpirsyariya dîrokî ferz dike. Ji ber ku ne tenê roja şahiyê, lê belê roja têkoşîn û xwepêşandanê ye.

Ruxmî derbasbûna zêdetirî sedsalekê li ser pîrozkirina vê rojê jî, lê hîna jî pîrozî û heybeta xwe diparêze. Ji bo ku wisa bimîne û destkeftiyên bi dest ketine bên parastin, têkoşîneke bêtir ji jinan tê xwestin. Ji bo ku cihên ji aliyê desthilatê ve hatine dûrxistin ji nû ve cihê xwe tê de bigirin, divê jin rola xwe di navendên biryarê de xurttir bikin. Hêzan ava bikin ji bo ku fişarê li hikumet û parlamentoyan bikin. Ji bo ku dozên jinan û di nav de berjewendiya jinan û civakê, her tim di rojevê de bin. Divê jin tê bikoşin, ji bo ku dîwarê cîhana baviksalarî hilweşînin û cîhana xwe ya taybet ava bikin. Ji erka hemû jinan e ku piştgiriya têkoşîna jinan û fedakariyên wan bikin ku ji bo parastina hebûna jinan û mafên wê pêşengiya wê kiriye. Divê sedsala 21`emîn bibe serdsala azadiya jinan.

Li aliyekî din, divê jin li hember siyasetên dewletê û desthilatên faşîst tê bikoşin, ji bo ku siyaseteke demokratîk ava bikin, a tê wateya çareserkirina pirsgirêk û dozên civakî û mirovî ku xwe dûrî saziyên çewisandinê yên navendî yên dewletê ku vîna ferdê azad dike hedef bi rê ve bibe. Belê rast e, ji erka jinan e ku pêşengiya siyaseta demokratîk bikin û ruhê yekitiya civakî bi rêxistin bikin. Berpirsyarî û israra jinan, dîsa îsbat dikin ku dê pêşengiya siyaseta demokratîk li Rojhilata Navîn bikin ku gelên wê li hember siyasetên pergalên netewperest ên zordest ne rihet in, nexasim ku kilîta xilasiyê di destê jinan de ye.

(şx/cx)

ANHA