Balafirgeha Helebê ji ber êrişê ji xizmetê derket

Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê ji ber êrişa hewayî ya Îsraîlê ji xizmetê derket.

Balafirgeha Helebê ji ber êrişê ji xizmetê derket
7 adar, 2023   06:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), şeva din Îsraîlê bi gelek moşekan êrişî Balafigeha Navneteweyî ya Helebê kir. Di encamê de zirarên madî çêbûn û balafirgeh ji xizmetê derket.

Ajanseke hikumeta Şamê jî heman agahî piştrast kirin û diyar kir ku êriş saet di 02:07`ê berbangê de pêk hatiye.

Ji destpêka îsalê de ev cara 4`emîn e ku Îsraîl êrişan li Sûriyeyê pêk tîne. Di nava 6 mehan de jî ev êrişa duyemîn a Îsraîlê li dijî Balafirgeha Helebê ye.

(fr/cx)