Li Babê xwepêşandan

Li bajarê Babê yê gundewarê rojhilatê Helebê bi dehan welatî ji ber rewşa xirab a jiyanî û ewlehiyê derketin xwepêşandanê.

Li Babê xwepêşandan
6 adar, 2023   15:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyên bi hêrs li pêşiya avahiya “Meclisa Herêmî” kom bûn û li hemberî rewşa xirab a jiyanî û tevlîheviya ewlehiyê li herêmê nerazîbûn nîşan da.

Çalakvanan li ser malperên medya dijîtal dîmenên xwepêşdanên ku bi dehan welatiyên Babê beşadarê bûne, parve kirin. Li gorî dîmenan, di xwepêşandanê de daxwaza kêmkirina nirxê madeyan û başkirina rewşa ewlehiyê li bajêr hat kirin.

Li herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, hema bêje rojane bûyerên kuştin û diziyê pêk tên, rewşa jiyanî nexasim piştî erdheja wêranker, xirabtir bûye û çete dest datînin ser alîkariyên ku ji bo mexdûrên erdhejê hatine şandin.

(cx)

ANHA