​​​​​​​Panela bi navnîşana “Jin bi zanabûnê xweşiktir dibin”

Tevgera Xwendekarên Demokratîk-Jin li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi navnîşana "Jin bi zanabûnê xweşiktir dibin" panelek li dar xist.

​​​​​​​Panela bi navnîşana “Jin bi zanabûnê xweşiktir dibin”
​​​​​​​Panela bi navnîşana “Jin bi zanabûnê xweşiktir dibin”
​​​​​​​Panela bi navnîşana “Jin bi zanabûnê xweşiktir dibin”
​​​​​​​Panela bi navnîşana “Jin bi zanabûnê xweşiktir dibin”
​​​​​​​Panela bi navnîşana “Jin bi zanabûnê xweşiktir dibin”
​​​​​​​Panela bi navnîşana “Jin bi zanabûnê xweşiktir dibin”
​​​​​​​Panela bi navnîşana “Jin bi zanabûnê xweşiktir dibin”
6 adar, 2023   16:05
HELEB

Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya Roja Jinên Kedkar a Cîhanê (8`ê Adarê) de, Tevgera Xwendekarên Demokratîk-Jin bi armanca danasîna rola jinan di civakê de û dîroka wan, li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd panelek li dar xist.

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan, Kongra Star û Navenda Jineolojî beşdarî panelê bûn.

Beşa yekemîn a panelê ji aliyê Endama Tevgera Xwendekarên Demokratîk Ronahî Yûsif ve hat birêvebirin. Ronahî bal kişand ser girêdana Rêber Ocalan bi jinan re û prespektîfên wî yên ji bo rizgarkirina jinan û pênasekirina rol û dîroka jinan.

Piştre senevîzyonek der barê dîroka jinan û têkoşîna wan a li hember zordariyê hat pêşandan [ deriyê nîqaşê li ber beşdaran hat vekirin.

Endama Navenda Hîlala Zêrîn Fatima Mihemed jî axivî û got: "Girêdaneke xurt di navbera Rêber Ocalan û jinan de hebû. Rêber Ocalan dibêje eger jin azad nebin, civak jî azad nabin.”

Fatima destnîşan kir ku bi saya Rêber Ocalan, jinan xwe bi rêxistin û perwerde kir û hewl didin civaka azad biafirînin. Her wiha bi bîr xist ku fikr û felsefeya Rêber Ocalan ne tenê ji bo neteweyekê, lê ji bo tevahî netewe û jinên cîhanê ne.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Nadiye Yûsif jî anî ziman ku Rêber Ocalan jiyanek nû pêşkêşî tevahî jinên cîhanê kir.

Piştre, Endama Navenda Jineolojî Rojiyan Hisên beşa duyemîn a panelê bi rêve bir. Rojiyan bal kişand ser wateya roja 8'ê Adarê, dîroka wê, çawa dest pê kir û niha di kîjan astê de tê pîrozkirin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Fehîme Hemo ku beşdarî panelê bû, nêrîna xwe parve kir û wiha axivî: "8'ê Adarê roja hêz û îradeya jinan e. Divê jin rastiya xwe baş binasin û têkoşîna xwe bidomînin.”

(mh/cx)

ANHA