​​​​​​​Li Minbicê pêşbirk û pêşangeha karên destan

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê çalakî û pêşbirkên çandî û zanistî li dar xistin. Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jin jî pêşangeha karên destan vekir.

6 adar, 2023   15:14
 MINBIC

Çalakiya Yekitiya Jinên Ciwan li hola Navenda Çand û Hunerê hat lidarxistin, endamên rêxistinên jinan, partiyên siyasî û meclisan, Kombûna Jinan a Zenûbiyayê, helbestvan û xwendekarên jin beşdarê bûn.

Berdevka yekitiyê Mûtîa El Mihemed di çalakiyê de axivî û 8`ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û bi taybet li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.

Mûtîa behsa destkeftiyên jinan di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de kir û soz da ku ew ê rêya şehîdên doza azadiya jinan bişopîne.

Piştre helbestvan Henan Mihemed, Heye El Îsa û Sema El Îsa helbest xwendin, Rewda El Mihemed jî kurteçîroka bi navê “Zehaymer” xwend.

Di çalakiyê de her wiha pêşbirkên zanistî û çandî hatin lidarxistin. Piştre zaroka bi navê Rehef Bekro helbestek xwend û diyarî Rêber Abdullah Ocalan kir. Piştre beşdarên çalakiyê hatin xelatkirin. Çalakî bi dirşûma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

Piştre beşdaran berê xwe da Navenda Çand û Hunerê û beşdarî pêşangeha Karên Destany a Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinê bûn.

(cx)

ANHA