​​​​​​​Karwanekî din ê alîkariyê yê xelkê Silêmaniyê gihaşt herêmên Rêveberiya Xweser

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karwanekî din ê alîkariyê yên xelkê Başûrê Kurdistanê şandiye, wergirt.

​​​​​​​Karwanekî din ê alîkariyê yê xelkê Silêmaniyê gihaşt herêmên Rêveberiya Xweser
6 adar, 2023   13:27
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi rêya Desteya Kar û Barên Civakî karwanekî din ê alîkariyên mirovî wergirt. Alîkarî ji aliyê xelkê bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji bo mexdûrên erdheja 6`ê Sibatê hatine şandin.

Alîkarî di çarçoveya hemleyên komkirina alîkariyan ên xelkê Silêmaniyê û rêxistinên civaka sivîl ên Başûr de, hatibûn komkirin.

Karwanê alîkariyan ji 25 kamyonên alîkariyê pêk tê. Li gorî Desteya Kar û Barên Civakî, dê alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê yên li kantona Efrîn û Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bên şandin.

Karwanê yekemîn ê alîkariyên xelkê Silêmaniyê di 21`ê Sibatê de gihaştibû koçberên Efrînê yên dorpêçkirî û mexdûrên erdhejê yên li Şehbayê.

(cx)

ANHA