Bi boneya 8`ê Adarê çalakiyên meş, panel û çandina daran

Di çarçoveya çalakiyên 8`ê Adarê de şêniyên gundewarê rojavayê Kobanê meşek li dar xist. Li navçeya Çilaxa ya Qamişloyê jî hemleya çandina daran hat destpêkirin, li Şehba û Reqayê jî panel hatin lidarxistin.

6 adar, 2023   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi minasebeta 8`ê Adarê îro li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

KOBANÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wztinWmKiOU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Şêniyên gundewarê rojavayê Kobanê bi minasebeta Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi dirûşmeya “Bi Jin, Jiyan, Azadî Ber bi Şoreşa Jinê ve” meşek li dar xist.

Meş ji aliyê Kongra Star ve hat organîzekirin û ji navçeya Qinayê dest pê kir.

Meş li Stasyona Îsmaîl Ebdo ya rojavayê navçeyê veguherî mitîngê. Li wir, endama Kongra Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl axivî. Mizgîn bal kişand ser dîroka 8`ê Adarê û bandora wê li ser têkoşîna jinan û got: “Fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pîroziya vê rojê zêdetir kir.”

Mizgînê bang li tevahî jinan kir ku têkoşîna li hember zordestan xurt bikin û got: “Ev serdem serdema azadiya jinan e.”

ŞEHBA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/J-l8A22rghs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li Şehbayê Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî bi amadebûna endamên sazî û meclisên sivîl, nûnerên partiyên siyasî ya kantona Efrîn û Şehbayê panelek li dar xist.

Di panelê de endama PYD`ê Rodîn Mihemed axivî û behsa civaka xwezayî û rola jinan di rêvebirina civakê û belavkirina wekhevî û demokrasiyê de kir. Her wiha bal kişand ser dîroka zihniyeta baviksalar û berxwedana jinan a li hember wê zihniyetê.

Beşdaran jî destnîşan kir ku bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, jin ji sîstema koletiyê hatin rizgarkirin û bûn pêşeng. Her wiha anîn ziman ku piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê, rewşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di aliyên siyasî, dîplomasî, leşkerî û aborî de hat guhertin.

REQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kkmBk6Ot5WY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Meclisa Jinên Sûriyeyî bi boneya Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hola Şatê û Nehir a li başûrê Reqayê civînek li dar xist, endamên meclisê, Meclisa Idlib El Xedra (Idliba Kesk), rêxistinên civaka sivîl û jinên eşîrên Reqayê beşdarê bûn.

Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyeyî Semah Şeirawî axivî û bal kişand ser êşên ku jinan ji ber sîstemên kapîtalîst û zihniyeta mêrsalar kişandine.

Di dawiya axaftina xwe de Semah teqezî bi rola jinan di rêvebirina civakan de û berxwedana wê ya li hember pergalên kapîtalîst kir.

Di dawiya civînê de 8`ê Adarê li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pîrozkirin.

ÇILAXA

Gerînendetiya Daristanan ya Herêma Cizîrê jî çalakiya çandina hezar darî li daristana Azadî ya li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo dest pê kir.

Endamên Desteya Çandiniyê ya herêma Cizîrê, xwendekarên Zanîngeha Rojava û endamên Kongra Star hezar şitilên daran (400 darên hejîrê, 400 darên mişmişê û 200 darên merxê) çandin.

Endamê Rêveber ê Gerînendetiya Daristanan a Herêma Cizîrê Luqman Bedir Roja 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir.

(mh/cx)

ANHA