​​​​​​​Li başûrê Sûriyeyê 4 kes hatin kuştin

Li herêmên başûrê Sûriyeyê yên di bin serweriya hikumeta Şamê de di rojekê de 4 kes hatin kuştin.

​​​​​​​Li başûrê Sûriyeyê 4 kes hatin kuştin
6 adar, 2023   13:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Dera, Siwêda û Quneytîra yên di bin serweryia hikumeta Şamê de, di 24 saetên dawîn de gelek bûyerên tevliheviyê û êriş pêk hatin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li Derayê çekdarên nenas gule li ciwanekî ji bajarê Tefes ê rojavayê Derayê reşandin û ew kuşt.

Li gundê Sema Berdan ê li başûrê Siwêdayê jî, ciwanek bi guleyên kesên nenas hat kuştin. Her wiha jineke ciwan a 17 salî ji ber êrişa bi guleyan hat qetilkirin. Tê gotin ku endamekî malbata wê ew kuştiye.

Li derdora Mesakin Xidir a bajarê Siwêdayê jî 2 kesên li motorsîklêtê siwar bûbûn, bombe avêtin û dengê teqînê hat bihîstin. Lê tu ziyanên canî çênebûn.

Li nêzî çarxerêya Enqûd a li Siwêdayê jî çekdarên nenas gule li hev reşandin.

Li mezreya Resim Qeta ya girêdayî bajarokê Siwêsa yê li başûrê Quneytîrayê jî, çekdarên nenas gule li ciwanekî reşandin û ew kuşt. Hate zanîn ku ciwanê hatiye kuştin, ji gundê Eyn Zîwan e û nobederê mezreyê bû.

(cx)