ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-03-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-03-2023
5 adar, 2023   23:00

-Pêşangeha berhemên folklorî ya li navçeya Ti Hemîsê ya kantona Qamişloyê di roja duyemîn de dewam dike, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya 8ʹê dare Meclisa Navçeya Tirbespiyê pêngaveke paqijiyê dide destpêkirin, saet 09:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Tirbespiyê û Çilaxa nêzîkatiyên pergalên serdest ên der barê karesata erdhejê de şermezar kir. Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo hişyarî da ku dewleta Tirk a dagirker û Qeter vê karesatê ji bo guhertina demografiya Efrîna dagirkirî bi kar bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Minbicê diyar kir ku berdewama qutkirina ava çemê Firatê wê karesatekê bi xwe re bîne û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi qutkirina ava Firatê dixwaze gelan qir bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Elî Rehmûn da zanîn ku li ser lidarxistina kongreya hêz û kesayetên nîştimanî ên demokratîk ên Sûriyeyê hatiye lihevkirin ku destpêka Hezîran be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên bindest beriya 113 salan dirûşma “Em ji bo jiyîna xwe nan, ji bo giyanê xwe jî gulan dixwazin!” berz dikir, îro di sedsala 21'an de jî bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” pergaleke nû diafirînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Reşik encamên serdana şandeya perwerdeyê ya ji bo Almanyayê eşkere kirin. Nesrîn destnîşan kir ku pergala hevserokatî û pergala perwerdeyê ya pirziman a li herêmê bala civaka Alman kişand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA